Tu tişt li pêşiya xeyalên wan nabe asteng

 

Şaredariya Bajarê Mezin, astengdarên derçûyê dibistana navîn û pêş lîsansê ji bo karibin bigihêjin armancên xwe ji bo ezmûna EKPSS’ê amade dike.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi hişmendiya şaredartiyeke sosyal projeyên xwe bi pêş dixe û bi vê boneyê hin projeyan ji bo astengdaran bi pêş dixe.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, bi mebesta tevkarîyê ji bo debara astengdaran bike û bihêle astengdar hunerên xwe bi pêş bixin bi awayekî belaş kursa EKPSS’ê ava dike.

Astengdarên dîtinê, bihîstinê, bedenî û zîhnî cuda cuda dê beşdarî vê kursê bibin û di kursê de dersên Tirkî, Matematîk, Erdnîgarî, Dîrok û Makezagonê bibînin.

Li gorî rewşa astengdarên dê bernameya dersan jî dabeşî koman bête kirin û li gorî wê ders bêne dayîn.

Astengdar, ji bo bicihanîna xeyalên xwe eleqeyeke zêde nîşanî kursa EKPSS’ê didin.

Bi saya kursê astengdar heman demê di warê civakîbûnê de jî xwe bi pêş dixin.