DÎSKÎ arizeyan demildest çak dike

 

 

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), arizeya şebekeya avê ya li taxa Akkoyunlu ya Yenîşehrê çareser kir û dîsa av berdayê.

Gerînendetya Giştî ya DÎSKÎyê, li navenda bajêr, navçe û gundan arizeyên ku bi xetên avê dikevin demildest çareser dike.

Li navçeya Yenîşehir li Taxa Akkoyonlu li ser kuçeya 2yê boriya avê teqiya û destwerdan lê hate kirin.

Li ser bihîstina arizayê ekîbên DÎSKÎyê demildest çûn cihê bûyerê û arize çareser kir û av berdayê.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî xebatên arizeçakkirinê li cih saxtî kirin û got, ekîban bi xebateke giran arzie çareser kiriye.

Salname Lêgerîn

« Sibat 2023 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28