Şagirtên Mala Zanînê Cejna Ziman pîroz kir

Şagirtên Mala Zanînê ya Şaredariya Bajarê Mezin, beşdarî pîrozbahiyê Cejna Zimanê Tirkî bûn. Cejn her sal 26ê Îlonê tê pîrozkirin.

Serokatiya Daîreya Spor û Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo şagirtên li Mala Zanînê dixwînin, bi boneya 26ê Îlonê Roja Zimanê Tirkî, di dersa tirkî de bernameya roja ziman li dar xist. Bername li Seyrangeha Qesra Gazî ya li navçeya Sûrê hate pêkanîn û di bernameyê de der barê dîroka cejna zimanê tirkî de agahî hatin dayîn.

Perwerdekaran bal kişand ku tirkî zimanekî kevin e, dîroka wê digihêje beriya 4 hezar û 500 û 5 hezar salan û tirkî yek ji zimanên herî dewlemend ê dinyayê ye. Her weha di bernameyê de hişyarî li xwendekaran hate kirin ku peyvên biyanî têkilî tirkî nekin.

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2020 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31