Şaredarîyê pêşangeha online pêk anî

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji ber pandemiyê bi rêya pergala 360 pile ya nîgaşî ji bo wênekarê navdar ê Azerî Nazim Hajîyev pêşangeha wêneyan a nîgaşî li dar xist. 

Şaredariya Bajarê Mezin, bi hêmaya “Her Mal Navendeke Çandê ye” û bi slogana “Em Li Malê Ne” bernameyên pêşandana şanoyan, konser, pêşangeh, helbestxwendin, çîrokbêjiyê li dar dixe. Serokatiya Daîreya Karûbarên Çand û Sosyal a Şaredariya Bajarê Mezin, bi vê mebestê bi awayekî nîgaşî pêşangeha wênesazê Azerî Nazim Hajîyev li dar xist. Pêşangeha bi navê “Lêgerîn” li ser portalên 360 pile ya nîgaşî hate lidarxistin.

Pêşangeha nîgaşî ya Nazim Hajîyev dê heta 27ê mehê vekirî be û dê pêşangehê de 20 wêneyên wênesazê navdar tên pêşandan û ji bo temaşekirinê li ser malpera web a şaredariyê tê weşandin.