Zabiteya Şaredariyê market sehetî kirin

Şaredariya Bajarê Mezin, sehetîya marketan kir ku liv û lizbaziya di kura dowizê de ji xwe re dikin keys û buhayê mal û samanê xwe zêde dikin û ji vê keysbaziyê kareke neheqkirî distînin.  

Ekîbên bi ser Serokatiya Daîreya Zabite ya Şaredariya Bajarê Mezin, li marketan sehetî kirin ku hin ji wan, liv û tevgera di kura dowîzê de ji xwe re dikin keys û buhayê mal û samanê xwe zêde dikin. Zabite ligel wezîfedarên Midûrtiya Bajêr a Bazirganiya Diyarbekirê, li 4 navçeyên navendî yên Diyarbekirê sehetî li firoşgehan kirin û buhayê firotina malî kontrol kirin. Di sehetiyê de ekîban buhayê midûrtiya bazirganiyê destnîşankirî û buhayê marketan a firotinê da ber hev û kesên buha zêde kirine ceza kirin.