Şaredarî destekê dide esnafan

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo piştgiriya kargehên ku ji ber virûsê kargehên xwe girtine û qeyda wan li Yekitiya Jûrên Pîşekar û Esnafên Diyarbekirê û Odeya Bazirganiya Diyarbekirê heye, îhaleya koliya xwerekê ku li 7 hezar û 500 kesî belav bikin, dabîn kir û da îhaleyê. 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji ber virûsa koronayê destekê dide kargehan. Bi vê boneyê Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo piştgiriya kargehên neçar mane darebeyên xwe daxînin mehane 1500 TL destekê didê. Her weha îhaleya kolîya xwerekê ya ji bo 7 hezar û 500 kesî jî pêk anî. Ev îhaleya ku bi buhayê 1.592.333.33 TL digire ligel 200 TL xwerekê zuha dê ji aliyê xebatkarên Şaredariyê ve bête belavkirin.

Desteka neqdî dê bidome

Şaredariya Bajarê Mezin, desteka neqdî bi buhayê hezar û 500 TL her meh dide hezar û 23 esnafên bi ser DESOB û DTSO’yê û ev destek dê berdewam bike.   

 

Salname Lêgerîn

« Kanûn 2022 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31