Walî Karaloglu vê hefteyê guh dide Farqîniyan

 

Walîyên Diyarbekirê Munîr Karaloglu, vê hefteyê di bernameya “Hevdîtinên Li Ser Medya Civakî” de guh dide derd û pirsgirêkên şêniyên Farqînê. Bername meha rojiyê dê navberê bide weşana xwe ya zindî.

 “Hevdîtinên Li Ser Medyaya Civakî” bi wê mebestê têne çêkirin ku di çarçoveya daxwaz û pêşniyarên welatiyan de proje bêne bipêşxistin û nemaze jî vê hefteyê dora navçeya Farqînê ye. Farqîn, bi dîroka xwe ya qedîm tê nasîn.  

Walî Karaloglu dê guhê xwe bide pirs û daxwazên Farqîniyan, bernameya navborî meha Remezanê navber tê dayîn, heta niha Walî Karaloglu bi şêniyên 13 navçeyan re hevdîtinên ser medyaya civakî pêk anîne.

Bername 6’ê Nîsanê roja Sêşemê saet 16:00’ê dê li ser hesabên Valiliği’nin Facebook, Twitter, Youtube û Instagram yên Walîtiya Diyarbekirê bi awayekî yekser bê weşandin û Karaloglu der barê bernameyê de weha got: “Em ê li ser pirs û pirsgirêkên Farqînê biaxivin. Em ê di weşana zindî de pirs, boçûn û daxwazên we bibersivînin.”