Kovara Diyarbekir dest bi weşanê kir

 

Şaredariya Bajarê Mezin, kovara “Çand û Şaredariya Diyarbekirê” ku dîrok, çand û gastronomiya bajêr a dewlemend bi xwendeyan re parve dike, dest bi weşana xwe kir.

Walî Munîr Karaloglu çawa hate serê Şaredariya Bajarê Mezin, di warê turîzmê de gavên giring hatin avêtin, bi mebesta dîrok, çand û gastronomiya dewlemend a bajêr bi xwendeyan re parve bikin kovara “Çand û Şaristaniya Diyarbekirê” hate amadekirin.  

Di hejmara yekê de kovar bi dosyeya “Ez Diyarbekir im ez 12 hezar salî me” derkete pêşberî xwendeyan û her hejmarê de dê cih bide dosyayeke cuda.   

Nameya Karaloglu ji xwendeyan re

Karaloglu, di hejmara destpêkê de ji xwendevanên kovarê re nameyek nivîsand. Karaloglu di nameya xwe de cih da van gotinan: “Diyarbekira me dixwaze serpêhatiya xwe ji împaratoryayê heta bi cihana hevdem bibêje û bi her kesî re parve bike. Dixwaze vê çîroka xwe bi cîranên xwe re, bi derdora xwe re, bi warên cuda cuda re parve bike. Ew dixwaze dilê xwe ji Deryareşê, ji Anatolyaya Navîn, ji Egeyê, ji Deryaspî, ji Marmarayê, ji Trakyayê re, ji warê dilê me re, ji dinyayê re veke.”

Di hejmara destpêkê ya kovarê de gelek gotar û nivîsên têrtijî hatine weşandin. Kovarê, cih daye gotûbêjekê ligel Prof.Dr. Mehmet Ozdogan bi navê “Li Diyarbekirê li pey şopên serdema neolîtîk ketin” û tê de der barê Şikeftên Hîlarê yên Erganiyê û Kotê Berçem de ku cara pêşîn çandinî lê hatiye kirin, ajal lê hatine kedîkirin, kar li madena sifir û li çerm û eyaran hatiye kirin, xebatên metalûrjiyê lê hatine meşandin.

Ji naverokê hin serenav

Di beşa “Ez jî çûm Diyarbekirê” ya kovarê de Sefîrê Enqereyê yê Japonyayê Akio Miyajima û Kordînatorê Ajansa Danasîn û Pêşxistinê Cem Kinay çavdêriyên xwe yên serdana bajêr û Keleha Zerzevanê bi xwendevanên kovarê re parve kirine.  

Der barê gastronomî û çanda xwarinê ya bajêr de Cuneyt Ateş nivîsek bi navê “Li Diyarbekirê çanda xwarinê. Kurte rêwîtiyek ber bi serdemên kevnar ve” nivîsiye û tê de agahiyên balkêş parve kirine.

Hîndekarê Zanîngeha Dîcleyê Doç. Dr. Aytaç Coşkun, di kovara Diyarbekirê de bi sernavê “Ji Romayê heta îro keleha Zerzevanê” behsa kolandinên arkeolojîk ên li Keleha Zerzevanê kiriye ku ew serperiştiya van kolandinan dike.

Prof. Dr. İrfan Yıldız ku serokatiya kolandinên li Girê Amîda yê li Navkelehê dike, gotarek bi navê “Girê Amîda, dîrokek e li Navkelehê nivîsî” li qelem daye û tê de agahiyên dîrokî dide xwendevanan.

Di hejmara destpêkê de kovara Diyarbekir de, Zeynep Gun ji bo xwendeyên xwe rêwîtiyeke xweş ji bo navçeya Erganiyê dike. Xwendevan di serdana Erganî de Sezai Karakoç nas dike, li muzeyên navçeyê digere, serencama çîroka rezên tirî nas dike, li Şikeftên Hîlarê û Kotê Berçem ger û geştekê dike.  

Kovara “Çand û Şaristaniya Diyarbekirê” ji aliye Şaredariya Bajarê Mezin ve tê amadekirin û 3 mehan carekê dihigêje ber destê xwendevanan.