ŞBD’ê li gorî dema qedexeyê hatûçûna otobûsan kifş kir

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê (ŞBD), li gorî dema qedexeya ji binî ve saetên hatûçûna otobûsên nava bajêr kifş kirin.

Serokatiya Daîreya Hatûçûnê, di dema qedexeya ji binî de dê di warê komsiwariyê de bi zerengiya ji sedî 50 di 41 rêbaran de bi 103 otobûsan ji bo kesên divê bixebitin xizmeta xwe bidomîne. Li gorî sererastkirina ji bo vê deme hate pêkanîn dawiya hefteyê danê sibê 06:30-09:30, êvarî di navbera saetên 15:30-19:00’ê de xizmetê dike.

Otobûsên bi şev jî di navbera saetên 19:30-00:30’ê de dê xizmeta xwe bidomînin. CE4 30 deqe carekê, F-2 50 deqe, AZ, CE3, Z3, E1, E8, 60 deqe carekê, B6, Z2, B8, E9, Z2 serê saetê carekê dê hatûçûnê bike 

Nava hefteyê jî seferên otobûsan weha ne;

A-1, A-2, AZ, B-3, A-3, A-4, B6, B8, CE-2, E-1, E-8, E-9, F-2, Z-2, Z-5 Di vê rêgehê de 30 deqe carekê, E-10,O-1,O-2, P-1 di vê rêgehê de 60 deqe carekê, BT-2, BS-1, E-7, F-7, Z-7, H-2, G-1 di vê rêbarê de 120 deqe carekê, nava bajarê Erganî serê her 60 dqe carekê dê seferek bête pêkanîn.

Ji bo navçeya Silîva, Bîsmîl, Erganiyê bi navberên 120 deqeyan her roj dê 4 sefer, ji bo Çinar 180 deqe carek 4 sefer, ji bo Hênê û Çermûgê jî rojê 2 sefer bêne kirin.

Di navbera saeta 09:30-15:30 de; di xetên A-1, A-3, A-4, E-1, E-9, AZ de serê saetê dê 1 sefer bête kirin.