Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, beşdarî civîna nirxandina xebatên Kargêriya Av û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ) bû.
Civîn li Navenda Çandê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin hate lidarxistin, di civînê de rewşa navend û navçeyan hate nirxandin û Walî Karaloglu di axaftina xwe ya vir de diyar kir ku ew lê dixebitin sal 365 roj û roj 24 saet bênavber avê bidinê Diyarbekirê.
Karaloglu got, “Li Diyarbekirê êdî kêşeya avê qet namîne” û bal kişand ku ew ê bi xebateke jidil, bi dilsozî û bişev û roj helberînê bikin û hewl bidin pirsgirêkên şêniyên bajêr çareser bikin.
Karaloglu, bi bîr xist ku li Pasûrê ev 15-20 sal e xelk ava şêlo vedixwe, DÎSKÎyê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê li deverê dezgeheke parzinandina avê damezrandiye û ev 3 meh e ava zelal vedixwin.
“Av mijareke pirî pir giring e”
Karaloglu, bal kişand ku navçeya Pîranê ev 30-40 sal e hefteyê rojekê ava malan tê, lê bi xebatekê wan ev pirsgirêk çareser kiriye û êdî bi rêkûpêk avê didin navçeyê û wiha axivî:
“Em ê karê xwe bi baldarî bikin, kalîteyê zêde bikin. Em ê ji bo memnûniyeta welatiyan hewldanan bikin. Av, mijareke pirî pir giring e, mijarek heyatî ye. Divê em salê 365 roj, rojê 24 saet bênavber avê bidin welatiyan. Em neçar in vê li navenda bajêr, li qeza û navçeyan û gundan pêk bînin.”
“Dê giraniyê bidin ser ava vexwarinê, kanalizasyon û dezgehên parzinandinê”
Karalogu aşkere kir ku DÎSKÎyê gelek razemenî ji bo çareserkirina pirsên ava vexwarinê, kanalîzasyonê û dezgehên parzinandinê kirine û ev tişt anîn ziman:
“Li Diyarbekirê dema pêş em ê herî zêde di warê dabînkirina dezgehên parzinandinê de razemeniyan bikin. Ev ên ku tenduristiya jîngeh û mirov ji ser zimanê wan kêm nedibû tene dezgeheke parzinandinê li Gêlê çêkiriye. Li hemû navçeyên din ava şêlo em ê berdin nav suriştê, lê niha me di warê dezgehên parzinandinê de gavên baş avêtine. Xebata çêkirina Dezgehê Parzinandina Bismilê berdewam dike. Projeyên me bo çêkirina dezgehên parzinandinê li navçeyên Hênê, Licê, Pîran, Çermûg û navçeyên din heye. Dema pêş em ê di warê çareserkirina pirsgirêkên ava vexwarinê, kanalizasyon û dezgehên parzinandinê de pêngavên mezin bavêjin. Em li vî bajarî qelîteya jiyanê çiqas bilintir bikin em hemû bi hev re dê bextewartir tê de jiyana xwe bibin serî.”
Karaloglu, spasiya karmendên DÎSKÎyê kir ji ber bizav û hewldanên wan ên ji bo çareserkirina pirsgirêkên avê û binesaziyê.
Di civînê de ligel Walî Karaloglu, Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, Alîkarî Midûrê Giştî Selçuk Gorduk û serekên beşan û midûrên yekeyan amade bûn.