Â
Åžaredariya Bajarê Mezin, 17 rojên karantînayê ku ji ber nexweÅŸiya virûsê hatiye ragihandin ji xwe re keys dizane û bi vê re duryan û çatrêyan bi keys dike. Â
Xebatên çaksazî û nûkirinê ku Serokatiya Rê û Rêbaran û Serokatiya Daîreya Hatûçûnê li navenda bajêr daye destpêkirin bi hemû leza xwe didomin.
Ekîban, ji ber sînordarkirina derketina kuçeyan, li deverên trafik li ser sist bûye xebatên çaksaziyê dike, dest bi çaksaziya Duryana Bi Pire ya Seyrantepe kir.
Â
Duryana zîvrok a li Çatrêya Seyrantepe tê rakirin
Di qismê hemzemîna li duryana bi pire ya Seyrantepeyê de bi mebesta barê trafîkê sist bibe û hatûçûna rewantir be duryana zîvrok tê rakirin, milên dîtir ên duryanê tên çakkirin.
Di serastkirina nû de, wesayit dê di ÅŸerîtên jê re destnîşankirî re bi lez û bez binê pirê derbas bikin.  Â
Â
Li Cadeya Ahmet Arif duryan tê çêkirin
Di niqteya Cadeya Ahmet Arîf digihije Bulvara Elezîzê de ji berk u refûja wê girtiye, ji bo sûd ji vê derê bê girtin dê bi sererastkirineke nû re duryanek lê bête danîn. Â
Bi vê sererastkirina nû re dê erebe bi hemû aliyan ve bikaribin biajon lewra dê barê Seyrantepe û Bulvara Mahabadê jî siviktir bibe.
                                                                                                   Â
Ev xebata li herdu cihan dê bi bidawîbûna karantînayê re biqedin
Di duryana Seyrantepe bihorka binî û serî dê ji trafîkê re vekirî bê meÅŸandin û bi van xebatên îro destpêkirî re, ajokarên ku xeta hemzemînê tercih dikin divê rêyên alternatîf bi kar bînin. Â
Heçî di xebata li ser Cadeya Ahmet Arîf de ye trafik dê bi awayekî bi kontrol berdewam bibe.    Â
Ev xebata li Duryana Seyrantepe û Cadeya Ahmed Arîf tê meşandin, dê bi bidawîbûna karantînayê re biqedin.