Xebatên li Birca Keçikê ber qedandinê ne

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên xwe yên li ser Birca Keçikê ku birca herî mezin a Keleha Amedê ye û tê çaverêkirin bibe navendeka nû ya çand û hunerê, gihandin ber qedandinê.  

 

Şaredariya Bajarê Mezin, meydanka li derwazeyê Birca Keçikê ku ji bo xelkê Diyarbekirê xwedî giringiyeke mezin e û cihê rawestgeha turîstan e, ji bo xebatên çandê wek qada fuaye dabîn kir.  

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, bal kişand ku Birca Keçikê cihekî gelek giring e û got ku restorekirina wê didome.

Karaloglu weha got, “Bi xebata me ya peyzajê înşelleh em ê Birca Keçikê bikin navendeke giring a çand û hunerê. Me dîwarên ber Birca Keçikê çê kirin. Hê gelek karê me ser bircan maye.”  

Binaxe hate qewîmkirin

Serokatiya Beşa Avedanî û Bajarsaziyê, bi mebesta derwazeyê Birca Keçikê bi rêkûpêk bike kolandin di bin çavdêriya muzeyê tên meşandin û dîwarên sûran heta binaxeyê xwe hatin vedan.

Ekîban, bala xwe dayê ku hin beş ji dîwarên sûran quliptîne, ji bo wê jî li cihên kem dîwar hatin lêkirin û paşê pişta wan bi molozan hate dagirtin.

Axa li nav birca 53 nimre ku bere hilweşiyabû hate derxistin, hundir hate paqijkirin û dîwar li ber binaxeyê xwe hate qewîmkirin.

Li wir platformeke darî hate bicihkirin, mêvan dikarin ji ser wê dikê ve li Baxçeyên Hewselê temaşe bikin. Ev baxçe jî di lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCOyê de ye.  

Li zemîna meydanê kevirê bazalt tê danîn

Serokatita Beşa Park û Baxçeyan, li qada fuaye a Birca Keçikê peyzaja nebatî û sazgarî çêdike û zemîna wê jî kevirên bazalt lê dike.

Li qada aliyê Birca Keçikê xebata xetên drenajê yên ava barînan û binesaziyê bi dawî bûn. Ji bo dîwarên bircan ji gilî û giya û pelaxan bê maliştin û kêz û dûpişk nekevinê xeta drenajê ya 2 metir fireh hate çêkirin. Di xeta drenajê de xîz û dolomît tê bicihkirin.

Piştî ku xebatên li vê meydanê bi encam hatin di çarçoveya xebata peyzajê de dê devî bên çandin û çîmê rulo bê danîn.  

Tê çaverêkirin xebat meha hezîranê bi encam bên, piştî wê hunerhez, dê bikaribin li ber hewayê vekirî xebatên çand û hunerê bişopînin.   

Her weha, ev der ji bo bêhnvedana welatiyan dê bibe şûnwareke bêhnhatî.