Kursên sporê yên şaredariyê dîsa dest pê kirin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, piştî ku pêvajoya normalîzekirina qonax bi qonax dest pê kir dîsa dest bi kursên sporê kir.

Serokatiya Beşa Xizmetên Spor û Ciwanan, bernameyên “Were Spora Bêpere”, ji bilî Kompleksa Sporê ya Talaytepê, Salona Sporê ya Koçkan û Melevangeha Girtî, Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê, Salona Sporê ya Şaredariya Peyasê û Salona Sporê ya Eren Şahîn Eronat MTAL, li hemû seha û meydanên vekirî her roja nava hefteyê saet di navbera 10:00-18:00’ê de dîsa dan destpêkirin.

Rahênerên li parkên Anit Park, Park 75, Tema Park, Koşu Yolu, Birayetî, Meydana Bajêr û 15’ê Tîrmehê hatine wezîfedarkirin, di navbera 10:00-18:00’ê de her roja nava hefteyê dê bernameyên “Lîstikên Gelêrî û Perwer ên Belaş” bidomînin.

Spora serêsibê li 6 parkan dest pê kir

Ji bo welatî spora xwe ya serêsibê bikin li parkên Anit Park, Park 75, Tema Park, Koşu Yolu, Birayetî, Meydana Bajêr û 15’ê Tîrmehê her roj di navbera saetên 06:00-10:00’ê de bi serperiştiya rahêneran werzîş tê kirin, şiara vê werzîşê “Ji Bo Her Kesî Spor” û bi çavdêriya rêgehên tevdîrên koronayê tê meşandin.  

Her welatiyê dil heye beşdarî van bernameyan bibe dikare her roja nava nafteyê di saetên diyarkirî de bêpere beşdariyê tê de bike.

Kursên jîrmendiyê vebûn

Şaredariya Bajarê Mezin, “Kursên Jîrmendiyê yên Bêpere” di beşên POMEM, PMYO, Dibistanên Leşkerî, Dibistanên Bekçiyan, BESYO û Lîseyên Sporê li Pîsta Atletîzmê ya Seryrantepê her roj di navbera 10.00-18:00’ê dê di xizmeta xwendekar û beşdaran de be.

Her weha seheya Tenîsa Kort Yolê a 75’ê ku berê ji ber tevdîran hatibû girtin dîsa hate vekirin.

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2021 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31