“Bi Fetha Diyarbekirê, deriyê îslamê li Anatolyayê vedibe”

 

Walî Munîr Karaloglu, der barê bernameya ku bi boneya salvegera fetha Diyarbekirê ya 1382yê tê lidarxistin daxuyaniyek da çapemeniyê.

Karaloglu, daxuyanî li Dergehê Fethê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve ji nû ve hate vekirin da û got ku bernameya Fetha Diyarbekirê û Şikefta Ehsabê Kehf dê di navbera 23 û 28’ê Gulanê de bê lidarxistin. Karaloglu bal kişand ku ji ber nexweşiyê îsal zêde beşdarî li pîrozbahiyan nabe û got ku ew dixwazin li ser torên medyayê fetha Diyarbekirê bigihînin nav dile welatiyan.

Karaloglu bi bîr xist ku sala 639’ê serdema Hezretî Omer, artêşa îslamê bi beşdariya hezar sehabîyan di bin serdariya Îyaz bin Xanem de bajarê Diyarbekirê distîne ku li Anatolyayê dibe bajarê pêşîn ku ji aliyê îslamê ve tê standin û weha axivî: “Diyarbekir, li Anatolyayê dergehê pêşîn ê Îslamê ye. Standina Diyarbekirê ne tenê ji bo bajêr, her weha ji bo Anatolyayê pêngaveke pir giring e, îslam bi vî awayî tê aliyê rojavayê. Ligel Fetha Diyarbekirê, Anatolya Îslamê nas dike û ew dibe dergehê Anatolyayê bo îslamê. Wexta sehabîyan dergehê Diyarbekirê vekir tenê dergehê Sûrên vî bajarî venekir. Belkî dergehê welatekî bo îslamê vekir.”

Karaloglu da zanîn ku Diyarbekir heman wextê dergehê aştiyê, aramiyê û bereketê ye, di nava pîrozbahiyên Hefteya Fethê de pêşangeh, gotûbêj, konferans, anîmasyonên taybet ji bo zarokan, konser, dîwanên dengbêjan û bernameyên cur bi cur ên nasandina Diyarbekirê hene.   

 

“26’ê Gulanê Sempozyûma Eshabê Kehf ji aliyê zanîngehê ve tê lidarxistin”

Karaloglu destnîşan kir ku xebatên peyzaj û restorasyoneke berfireh li dorên şikefta Eshabê Kehf ya li navçeya Licê tê meşandin û got ku çawa di dîrokê de şêniyên Licê li gorî baweriyên xwe pîrozbahî dikirin îsal jî dê bi heman rengî rêûrismên xwe bi rê ve bibin.

Karaloglu, weha axivî:

“Li gelek deverên cîhanê şikeft û şûnwarên Eshabê Kehf hene, yek ji vana jî li Licê ye. Di dîrokê de şêniyên Licê her sal di 28’ê gulanê de roja Hişyarbûna Heftyaran pîroz dikir. Lê van salên dawîn ji ber alozîyan ev pîrozbahî hatibûn rawestandin. 26’ê Gulanê ji aliyê Zanîngeha me ve dê Sempozyûma Eshabê Kehf bête lidarxistin. Înşeleh bi van pîrozbahiyan em ê dîsa bînin bîra insanên xwe ku ev 1382 sal e Diyarbekir bajarekî îslamê ye û bênavber bangê Mihemedî yê pîroz li balayên wê tête xwendin.”

Karaloglu diyar kir ku salên pêş bi bidawîhatina nexweşiyê re, bi beşdariyeke pir bi coş û fireh ew ê Fetha Diyarbekirê pêşwazî bikin.

Salname Lêgerîn

« Hezîran 2023 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30