Li Licê “Roja Hişyarbûna Eshabê Kehf” tê lidarxistin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, di roja dawîn a Hefteya Fethê de dê “Roja Hişyarbûna Eshabê Keyf” li dar bixe.

Şaredariya Bajarê Mezin bi boneya salvegera 1382’ê ya Fetha Diyarbekirê, bernameya Hefteya Fethê bi çalakiyên ku dê 28’ê mehê li gundê Dêrê yê Licê “Roja Hişyarbûna Eshabê Kehf” pêk bîne bi dawî bike.

Li devera şikefta Eshabê Kehf dê tevahiya rojê stranên Muzîka Tesewifê bên pêşkêşkirin û bi defê dê medîhe bêne xwendin.

Di bernameyê de Dekanê Fakulteya Hiqûqê û Serekê Beşa Hiqûqê yê Zanîngeha Dicleyê Prof. Dr. Hasan Tanriverdi, gotara “Giringiya Eshabê Kehf” pêk bîne.

Ji ber nexweşiya vegir Bernameyên Hişyarbûna Eshabê Kehf bi tomerî nayêne kirin û dê li ser malpera diyarbakirfetih.com bi zindî bêne weşandin.  

Salname Lêgerîn

« Gulan 2022 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31