Karaloglu: “Heke Diyarbekir nehata standin Stenbol jî nedihate standin”

 

 “Sempozyûma Navneteweyî ya Eshabê Kehf û Licê” ku bi boneya 1382’ê ya Fetha Diyarbekirê tê lidarxistin dest pê kir.  

Sempozyum, bi serperiştiya Walîtî, bi beşdariya Şaredariya Bajarê Mezin, Zanîngeha Dîcleyê û Qeymaqamiya Licê li Navenda Kongreyan a Zanîngeha Dîcleyê dest pê kir, sempozyûm 3 rojan didome.  

Piştî xwendina Quranê Walî Munîr Karaloglu axaftinek kir û got ku di Quranê de behsa şikefta “Ehsabê Kehf” hatiye kirin û şikefta li Dêrêya Licê dişibe wê şikeftê.

Karaloglu bal kişand ku li cîhanê 33, li Tirkiyeyê li 4 deran şikefta Eshabê Kehf heye û weha got: “Em nabêjin Eshabê Kehf tenê li vê derê ye. Lê di Quranê de di ayetan de bi berfirehî behsa wê tê kirin.” Karaloglu bi bîr xist ku wan li devera Ehsabê Kehf ya li Licê serastkirinên giring kirine.

Karaloglu aşkere kir ku berê bi zorî mirov dikaribû biçe wê şikeftê, bi xebatan me rêya şikeftê xweş kir û hem jî em destav û mizgeft li hawirdora wê da çêkirin.

Karaloglu, weha axivî:

 “Ji niha pê de mêvanên hem ji nava welat hem jî derve gava tên serdana şikefta Eshabê Kehf dê karibin pêdiviyên xwe yên rojane pêk bînin. Me binesaziya vê dabîn kir. Bi vê sempozyûmê re Eshabê Kehfa li Licê dê bêhtir bête naskirin. Yek ji muzîceya herî mezin a Eshabê Kehf vejîn e, hişyarî ye. Em dilniya ne ku wekî wan cişwanên 309 salan di şikeftê de razan û paşê hişyar bûn, Xwedayê me hişyarbûnê bike nesîbê me, nesîbê hemû umetê. Xwedê azadiyê bike nesîbê Qudsê, nesîbê qibleya me ya pêşîn Mizgefta Aqsayê.”  

Karaloglu bal kişand ku gotara Eshabê Kehf ya Dekanê Fukulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Hasan Tanriverdî ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hatiye çapkirin û got, “Me niha ew gotar bi Tirkî weşand, înşelleh dema pêş em ê wê bi Kurdî, Erebî û Îngilîzî bidin wergerandin û bi 4 zimanî biweşînin. Şikefta li Licê, li gorî teswîra di Quranê de cihê herî guncaw e em ê vê teza zanistî diyarî mêvanan bikin.”

Fetha Diyarbekirê mizgîniya fetha Melezgirt û fetha Stenbolê ye

Şêniyên Licê bêyî ku tu organîzasyon bûbe xwe bi xwe “Roja Hişyarbûna Eshabê Kehf” pêşwazî dikir, wan ev ji bav û kalên xwe bihîstibû, Walî weha dawî li axaftina xwe anî:

 “Bila fetha Diyarbekirê, fetha Stenbolê li me pîroz bin. Divê mirov weha binere fetha Diyarbekirê; ew agehiya Fetha Melezgirtê û mizgîniya Fetha Stenbolê ye. Heke fetha Diyarbekirê neba, fetha Melezgirtê û fetha Stenbolê jî nedibûn. Lewra fetha Diyarbekirê ji bo vê erdê mifte ye, dergeh e. Fetha me pîroz be.”

Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Metmet Karakoç jî diyar kir ku sempozyuma 3 rojan dê li ser zoomê biz indî bê weşandin.  

Qeymaqamê Licê Cevdet Bakkal jî behsa giringiya sempozyuma navborî kir û got ku evê xebatê hem dê tevkariya xwe bo Diyarbekirê hem jî bo welat hebe.