Li Licê bernameya “Eshabê Kehf” bi rê ve çû

 

Bi boneya sala 1382’ê ya Fetha Diyarbekirê li navçeya Licê bernameya “Eshabê Kehf û Roja Hişyarbûnê” hate lidarxistin.

Bernameya “Hefteya Fethê” bi boneya salvegera 1382’ê ya Fetihkirina Diyarbekirê ji aliyê artêşa îslamê ve bi serperiştiya Parêzgariya Diyarbekirê û bi lidarxistina Şaredariya Bajarê Mezin, li gundê Dêrê yê navçeya Licê li Şikefta Eshabê Kehf “Roja Hişyarbûnê” hate pêkanîn. 

Bername bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir û Walî Munîr Karaloglu diyar kir ku rasthatina fetha Diyarbekirê û hişyarbûna Eshabê Kehf ya heman hefteyê kerameteke Xwedê ye.

Karaloglu bal kişand ku fetih serkeftina hişyarbûna heqîqeta îslam û îmanê ye û diyar kir ku şêniyên Licê her sal salvegera hişyarbûna heftyaran bêyî ku tu organîzasyon çêbin pêşwazî dikir, wan ev ji bav û kalên xwe hîn bûbû.

Karaloglu, weha axivî:

 “Heft bawermendên ciwan, ji bo baweriya xwe dijî pûtperestan biparêzin xwe dispêrin şikeftê. Li vê derê têkoşînek dijî zilm û zordestî, fitne û sîtemkariyê heye. Divê em dersê jê bigirin. Ne ku hema em bibêjin wan heftyaran dijî zilmê serî rakir û mesele qediya, nexêr, ez dibêm qey divê gelê herêmê vê roja me jî dijî zilm û zordestiyê rabe ser xwe û dersê ji serpêhatiya wan werbigire.”  

Walî Munîr Karaloglu bi bîr xist ku wan berî niha saxtî û çavdêrî li hawira şikefta Eshabê Kehf kirine, wek Şaredariya Bajarê Mezin wan dîtiye ku cihê destavê, nimêjkirinê û bêhnvedanê bo welatiyan tune ye, lewra wan lez daye xebatan û peyzaja hawirdorê gihandiye vê roja pîroz. 

“Xebatên me dê ji bo parastina dîroka gelê me bidomin”

Karaloglu aşkere kir ku êdî vê dere dê 12 mehan bo seradanan vekirî be, wezîfedar dê her dem hawirdorê paqij bihêlin û weha got: “

 “Salên pêş em ê bi gelê xwe re xebatên weha bidomînin, em ê baweriya gelê xwe biparêzin, ji bo vê em ê xebatên xwe bo parastina bawerî, çand û dîrokî bidomînin. Ez dîsa dibêjim bila fetha me û hişyarbûna me ser xêrê be û li me pîroz be.”      

Parlamentere Diyarbekirê Mehdî Eker di axaftina xwe de got ku hişyarbûna şikefta Eshabê Kehf têkoşîna bîr û baweriya tewhîdê nîşan dide.

Eker, bal kişand ku ev 40 sal e mijara sereke ya vê herêmê alozî bûn û got, “Eshabê Kehf li dijî îmaparatoriya putperest a Romê têkoşîna tewhîdê da, ev ji bo me sembolek e. Ev war û welatê me nirxên weha di zikê xwe de dihewîne.”  

Dekanê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Hasan Tanriverdî di axaftina xwe de agahî der barê “Ehsabê Kehf û Licê” de bi beşdaran re parve kirin.

Piştî axaftinan Miftiyê Bajêr Yavuz Selîm karabayir xutbeya înê da û nimêja xutbê eda kir.

Piştî nimêjê Şaredariya Bajarê Mezin xwarina firavînê li welatiyên beşdar belav kir.

Walî Karaloglu û kesên pê re ligel mêvanên ji bo seradana şikefta Eshabê Kehf hatibûn hevdîtinek pêk anî.  

Di bernameyê de ligel Walî Karaloglu, parlamenterên Diyarbekirê Mehdî Eker û Ebubekîr Bal, Midûrê Asayîşa Bajêr Şukru Yaman, Fermandarê Cendermeyan Tuxgeneral Mustafa Erdem, Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Dr. Mehmet Karakoç û welatî amade bûn.

-         Xebatên li Eshabê Kehf hatine kirin

Şaredariya Bajarê Mezin, di şikefta Eshabê Kehf de, ji bo welatî xweştir bikaribin seradana xwe pêk bînin 23ê Adarê xebata peyzajê da destpêkirin.

Di encama xebatê de, mizgeftek ser 290 metreçargoşeyî hate çêkirin.

Di rêya berev şikeftê de pêlingeke 50 metir a kevirîn, 55 metir jî pêlingeka traversten a darîn hate çêkirin. Li rexên rê 107 metir pejan hate çîkkirin. Di nava şikeftê de paqijî û restorasyon hate kirin.  

Her weha 17 bank, 6 gelaşdank, 2 kamelya hatin dabînkirin.