Şaredariya Bajarê Mezin, di sala 2021’ê de bi armanca çêkirina 1200 km rêya gundan armanc daye ber xwe û bi hemû leza xwe vê xebatê dimeşîne.
Serokatiya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, bi meha Adarê pê de ji bo rê û rêbarên tekûztir xebateke berfireh dabû ber xwe û ev xebata wê bêrawestan didome.
Li 17 navçeyan rêyên sereke yên gundan û çiq û tayên wan rêyan, li 26 cihan xebatên binaxe, stabîlîze, dagirtin, menfez, firehkirina rêyan û lêkirina kevir û kuçan çêdike.
Piştî xebatên binesaziyê bi encam bûn dê darêtina binaxê ziftê bêt destpêkirin.
Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu der barê xebatan de got, “Em ê Diyarbekirê bikin bajarekî ku hêsantir mirov bikaribin xwe bigihîninê. Em ê rêyên sereke yên gundan yeko yeko çêdikin. Xebatên me yên rê li navendê berev gundan berdewam in.”
Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta xelk xweştir ji rê û rêbaran sûdê werbigirin dê firehiya rêyan a bere 5,5 metir bike 7 metir.