Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, ji bo nûnerên dam û dezgehên çapemeniya neteweyî û xwecihî yên bajêr re behsa projeyên DÎSKÎ’yê kir.
Tutşî, ligel rojnamegeran li Dezgehê Parzinandina Avê gerîya û gotarek der barê projeyên DÎSKÎyê de pêşkêş kir.
Tutşî, pirsen rojnamegeran ên der barê rojevê de bersivandin û got ku budçeya DÎSKÎyê a sala 2021’ê 552 milyon lîre ye û got, wan xizmet bo 423 hezar aboneyî biriye.
Tutşî, bi bîr xist ku di warê abonetiyê de pirsgirêkên giring hene û got ku asta bikaranîna ava bi rêyên qaçax û nelirê ji sedî 40-45’ê ye.
Tutşî diyar kir ku ava vexwarinê di bin şertên giran de tê bidestxistin û weha axivî:
“Ava ji aliyê me ve tê hilberandin nîviya wê di bin qeydê de nîne, ji bo avdana zeviyan, avdana bîstana tê xerckirin û beredayî diçe. Heke welatî bi ava vexwarinê zeviya xwe av bide ev kar nameşe.”
Tutşî da zanîn ku ji bo ew rê li ber bikaranîna ava qaçax û nelirê bigirin banga piştgiriyê li welatiyan dikin û got:
“Rojane radeya bikaranîna avê ser kesî li dora 130 lt heye, li Diyarbekir ev rêje gihîştiye 270 lîtreyî. Ev jî nîşana vê yekê ye ku em avê bi awayekî nebaş bi kar tînin. Li bajêr asta bikaranîna ava nelirê û qaçax ji sedî 44’ê zêdetir e û ev rêje lig undan hê kambaxtir e.”
“Em bi hişyarî dezgehên xwe teqîb dikin û mudaxele lê dikin”
Di nav sînorên bajarê 15 hezar û 272 kîlometir de bi hezar û 279 karmendên xwe ve xizmetê dimeşînin û weha axivî:
“Wexta em van xizmetan dikin; em hewl didin ku ava ku jêderka jiyanê ye; bêyî ku zirarê bidin jîngehê, bê rawestan bigihînin xelkê xwe. Em binesaziyê çêdikin û avê derdixin derve. DÎSKÎ, ji bo av bi silamet bigihêje diyarbekirê, bi canxiroşane dixebite. Pergala xwe saz dike.”
Tutşî, rojnameger li Dezgehê Parzinandina Avê gerandin û der barê wê de agahî da wan.