Şaredarî li Farqînê meydana bajêr çêdike

 

Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeya Farqînê Meydana Bajêr a Kiliçaslanê 1’ê li ser aqarekî 14 hezar û 430 metreçargoşe çêdike.

Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeyan jibo welatî karibin lê vehesin û bêhna xwe berde, meydanan çêdike û xebat berdewan e.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, di çarçoveya xebatê de li navçeya Farqînê li ser Cadeya Diyarbekirê ji bo meydana bajêr projeyek li ser erdekî 14 hezar û 430 metreçargoşeyî amade kir. 

Bi vê projeya meydana bajêr re dê rûberê bajêr biguhere, di projeyê de 8 hezar û 800 metrekare ji bo cihê hêşîn e.

Li gorî vê projeyê ji 7 salî heta 70 salî şêniyên Farqînê dê ji meydanê sûdê werbigirin; di meydanê de baxçeyê çayê, hewza bi qedeme, hewza zuha, amfî, yarîgehên zarokan, rêyên peyan, cihên seyranê dê hebin.

Di meydanê de motîfên selçûqîyan

Li gorî kolandinan tê fikirîn ku gora Sultanê Sulçûqiyan Kiliçaslanê 1’ê li Farqînê ye, lewra dê navê wî bidin meydanê û tê de motîfên seçûqiyan bên bikaranîn.

Şaredariya Bajarê Mezin, li meydanê ligel jîyannameya Kiliçaslanê 1’ê dê bi sîbera wî re serdema Selçûqiyan li ser vizyona bidin ser dergehî cih bigire.