Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, xebatên Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta rehetkirina trafîkê li ser bulvar û rêyên navbirê dane destpêkirin seh kirin û agahî wergirtin.
Karaloglu, der barê xebatên ku Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê li navçeyên Baglar û Peyasê dane destpêkirin seh kirin û der barê xebatê de agahî ji rayedaran wergirtin. Şaredarî li ser rêya ku Rêya Berê ya Siweregê, Rêya Rihayê û rêya Xarpêtê digihîne, çatrêka Diclekent û Rêya Hawirdorê ya Rojava, Bulvara Mezopotamya û rêya Xarpêtê, Cadeya Rizvanaxa û Bulvara Turgut Ozal xebata çaksaziyê dimeşîne.
Karaloglu der barê xebatan de agahî dan û weha axivî:
“An rêyekê bibîne, an jî rêyekê veke. Îro jî em ji bo vekirina rêyan li meydanê bûn. Em rêya berê ya Siwêregê diki 30 mt gorî strandan û ji nû ve vedikin. Gava ev rê vebû, mirov dê pir bi rehetî ji balafirgehê xwe bigihîne ser rêka Rihayê. Ji niha ve ser xêrê be. Destên hevalên me ter bin.”
“Çaya me bi dem, sohbeta me germ bû”
Piştî saxtîkirinê Walî Karaloglu bi esnafên li ser cadeya berê ya Siwêregê rûnişt û der barê xizmetguzariya li seranserê bajêr tê meşandin de sohbet bi welatiyan re kir.
Karaloglu weha got, “Çaya me bi dem, sohbeta me germ bû. Esnafên ser cadeya berê ya Siwêregê derde xwe got, me guhê xwe dayê. Hingî em guhê xwe bidin hev em ê hev fêm bikin, em ê kêmasiyên xwe temam bikin; em ê bi hev re ya çêtir çêbikin. Bila ber û bereketa karê we zêde be.”