Şaredariya Bajarê Mezin, li navenda bajêr û navçeyan di salekê de bi buhayê 410 milyon û 830 hezar lîre razemenî û 80 proje xistin ber xizmetê.
Şaredariya Bajarê Mezin, di sava salekê de li navenda bajêr û navçeyan ji restorekirina Sûrên Diyarbekirê heta bir ê û rêbarên gund û navçeyan, park û baxçe, bulvar û peyzaj xebat meşandin û ji bo xizmetguzariya ciwan û werzîşê jî xebat bi encam dan.
Vejîna li Sûran berdewam e
Birca Keçikê ku birca herî bi heybet a Sûrên Diyarbekirê ye wek navenda çandê ya nû hate dabînkirin.
Birca Keçikê ji bo mêvanên xwecihî û biyanî qonaxeke sereke ye û ji bo şêniyên Diyarbekirê cihekî giring e, meydanoka biçûk a li derwazeyê bircê ji bo qada fuaye hate terxankirin.
Serokatiya Daîreya Avedanî û Bajarvaniyê, ji bo asta bedena bircê bête kifşê di çavdêriya muziyê de ber bircan kola û binaxeyê dîwarê wê derxiste pêş.
Di encamê de ekîban tespit kir ku hin beşên dîwêr hilweşiyane, lewra heta devera saxlem a dîwêr bi xerc û kuçan dagirt, pê re li gorî reseniya wê dîsa dîwar ser de lêkir.
Birca 53 hejmar ku berê hilweşiya bû axa nava wê hate maliştin û dîwarên wê hatin kifşkirin.
Ji bo mêvan, bikaribin ji ser Birca Keçikê ve li dîmena Baxçeyên Hevselê ku yek ji mîrateya çandî ya UNESCOyê ye dike û platform lê saz kir.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji 99 bircan li ser 24 bircên ku li ser xwe mane xebatên restorekirinê didomîne.
Mizgefta Qurşinî şewq dide
Li meydana Mizgefta Fatîh Paşa (Qurşinî) ku li nav devera Sûrên tarîxî ye û berhema ewil a Osmaniyan a li vî bajarî ye, xebata şênkirina hawirdorê hate meşandin.
Li Çatrêka Yonca ya Balafirgehê xebata peyzajê
Şaredariyê li çatrêka 170 hezar metrekare mezin; bi 27 cur û celebî 3 hezar û 500 dar û 55 hezar devî çandin û 120 metrekare mêrg lê raçand. Hinek nirxên Çanda Diyarbekirê dê wek maket li çatrêka balafirgehê hatin danîn û xetên avdanê û dranajê hatin bicihkirin.
Rê û rêbar yek bi yek tên çêkirin
Li navenda bajêr rêyên ku welatî pir bi kar tînin, mîna cadeya Dr. Ahmet Bîlgîn, Bulvara Mîr Cembelî û Rizvan Axa, cadeyên Evrîm Alataş, Ahmet Kaya, Avşîn, Mastfiroş, Riha, Hîlar, Dr. Yusuf Azîzoglu, Cemîloglu, Bedîuzzeman, Hayatî Avşar, Ahmet Arîf, Dr. Şeref Înaloz, Mîmar Sînan, Prof. Dr. Selahattin Yazicioglu û kuçeya Kumlu xebatên çaksaziyê bi encam kirin û ew dan ber xizmeta welatiyan.
Ekîbên ku bi armanca “ji bo gundan 1200 kîlometir rê” xebatên xwe bêrawestan dimeşînin, li Çunguş, Erxenî, Henê, Pasûr, Çinar û Peyasê xebata darêtina destê ewil ê qîrê û danîna paekeyan qedand.
Ekîb, li 17 navçeyên bajêr li ser rêyên komî û girêdanên wê bi giştî li 26 deveran xebatên danîna binaxe, stabîlîze, dagirtin, menfez, firehkirina rêyan, xemilandin û danîna bûzan dimeşîne.
Li deverên ku xebata binesaziyê bi dawî bibe dê darêtina destê ewil a ziftê dest pê bike.
Piştgiriya di warê perwerdeyê de
Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya xebatên piştgiriya perwerdeyê de xizmetguzariyên nû li xizmetên xwe zêde kirin.
Di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê de ji bo xwendekarên zanîngeh û lîseyê Şevnişîna Keçikan û Akademî Lîse ava kir.
Ji bo zarok û ciwan di warê civakî de xwe bi pêş bixin û bi mebesta desteka perwerdeya wan li navçeyên Henê, Farqîn û Bîsmîlê Malên Zanînê û Akademî Lîse hatin sazkirin û qeydên wan dest pê kirin.
22 pengavên xirabe hatin çê kirin
Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewaran, bi mebesta piştgiriya bi cotyaran re 22 pengavên avdana heywanan û avdana zeviyan ku xirab bûbûn çak kirin û da ber xizmeta cotyaran.
DÎSKÎ buhayê 261 milyon û 499 hezar lîre razemenî dike
Gerînendetîya Giştî ya DÎSKÎ’yê, bi mebesta ava paqij û bijûn bigihîne şêniyên bajêr li navenda bajêr li ser binemayê roj 7/24 saet di amadebaşiyê de ye û xizmeta çaksazîyê dimeşîne.
Projeyên DÎSKÎ’yê bi qasî navenda bajêr gund û navçeyan jî li xwe digire, ji bo welatî karibin roj 24 saet xwe bigihînin avê xizmetê dimeşîne.
Gerînendetîya Giştî ya DÎSKÎ’yê, li navenda bajêr ji bo 22 projeyên xetên ava vexwarinê, kanalizasyon û ava baranan 145 milyon û 801 hezar û 937 lîre veqetand.
Ji bo projeyên ava vexwarinê û kanalizasyona navçe û gundewaran jî DÎSKÎ’yê îsal 115 milyon û 697 hezar û 355 lîre terxan kir û pê 28 proje pêk anîn.