Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan got, “Em ê demeke nêzik Zindana Diyarbekir ku di raboriyê de navê wê bi zilmê, îşkenceyê û bi kirinên nemirovîn dihate bilêvkirin vala bikin û wê wek navendeke çandê bixin ber xizmeta we.”
Serokkomar Erdogan beşdarî “Merasîma Vekirina Tesîsên Avdanê yên Deşta Bîsmîlê, Diyarbekir Tekstîl OSB 30 Fabrîka, Sîteya Otosanayî ya 4’ê û Projeyên Dîtir ku Bi Serî Bûne” bû.
Di merasîma li ber Walîtiyê hate lidarxistin de Erdogan axivî û got ku Şaredariya Bajarê Mezin li gelek deveran ji bo xebatên cur bi cur ên di bin navê çêkirina rê, ava vexwarinê û kanalizasyon û binsaziyê, sehaya xalîçe, şevnişîn, hawirsazî, çêkirina piran û çatrêkan de 411 milyon lîre terxan kiriye.
Ji Serokkomar Erdogan 3 mizgînî
Serokkomar Erdogan der barê projeyên nû yên ji bo bajêr de hin mizgînî dan û weha axivî: “Em ê Zindana Diyarbekir ku demên berê navê wê bi zilm û zordestiyê, bi êşkence û kirinên nemirovîn dihate bihîstin vala bikin û em ê wek navendeke çandê bixin ber xizmeta we. Bi vî awayî em ê vê bîrhatina nebaş ji bîra Diyarbekirê derxin. Bila li bajarê me pîroz be.”
Der barê Projeya Tramwayê de ku demeke dirêj e xelkê Diyarbekirê li bendê ye Erdogan got, “Me ji bo çêkirina pergala tramwayê li bajarê Diyarbekirê zend û bend şidandin.” Erdogan der barê nexweşxaneya bajêr de ev tit anîn ziman:
“19’ê Tîrmehê em ê îhaleya çêkirina Nexweşxaneya Bajêr a Peyasê ku 1000 nivîn e pêk bînin. Ji niha ve ez dibêjim bila nexweşxaneya me li bajarê me pîroz bike.”
Erdogan diyar kir ku ciwanên beşdarî bernameyên Hişyarbûna Ciwanan dibin ji pêşbirkên zanînê heta sporê di her warî de xwe nişan didin û weha axivî:
“We pêdivî bi kîjan xizmetê hebe çi pêdiviyên we hebin bila deyn be li ser stûyê me em ê wan yeko yeko bînin cih; bila be ser seran û ser çavan Diyarbekir.”
“Ji fetha dil ji dilî dergeh vedibin”
Walî Munîr Karaloglu di axaftina xwe de, bi derfetên ku hikûmet û dewlet dide me em xizmetkariya vî bajarî qedîm û pîroz dikin.”
Şaredariya Bajarê Mezin, ligel şaredariyên navçeyan, hemû dam û dezgehên hukmî ve bi hişmendiya ku layiqî vi bajarê ezîz bin dixebitin û got ku wan Deriyê Kupelî û Deriyê Fethê ku rêya artêşa îslamê ji bo standina Diyarbekirê vekiriye, wan piştî 50 salan dîsan vekiriye.
Karaloglu bi bîr xist ku sûrên Diyarbekirê yên bi heybet her dera wan bûbûn kavil, wan ji bo vejandina van sûran zend û bend bandane û weha axivî:
“Îro her 17 navçeyên Diyarbekirê tijî şantiye ne. Ji aliyekî ve li ser erde 1200 kîlometir xebata çêkirina rê û rêbaran dewam dike. Ji aliyê din ve ji bin erdê ve bi xeteke nû ya avê ava bendava Dîjleyê tînin bajêr û ava bajêr digirin bin mîsogeriyê. Me sergoya Diyarbekirê ya bi salan ketî ser hev bi EKAY’ê berteref kir. Êdî ji qontarên Qerejdaxê ji sergoyê elektrîk tê bajêr, enerjî tê, ronahî tê, dahat tê. Herêmên Pîşesaziya Bi Organîze, Gundê Lojîstîk, navendên Bangewaziyê, fabrîqeyên nû, bi hezaran kargehên nû, projeyên turîzmê, cuhên avdana zevîyan, qadên sporê, navendên zanistê. Bi van projeyên li Diyarbekirê berdewam in; ji bo siberoja ronak a Diyarbekirê, rê û rêbar, ji duh bo îro, ji îro bo siberojê, mîna deriye fehtê dergehên fetha dilan ji bo dilî li ber me vedike.”
“Li ber şiûra vî bajarî şikestin”
Karaloglu bal kişand ku li Diyarbekirê 12 hezar û 500 salan destaneke mezin nivîsandiye, hinan xwest vê destanê têk bidin û weha axivî:
“Hinan xwest, vê destanê ji nav bibin. Xwedê şahid e, wan xwest keviran binax bikin. Wan xwest şaristaniyan bixin bin erdê û tune bikin. Kemîn li ber Diyarbekirê danîn, dafik vedan. Wan xwest zarokan, ciwanan, şaristaniyê têxin nav wê çala xwe ya vedayî. Di serî de li ber şiûra vî bajarî şikestin. Hemd ji Xwedê re ew bi xwe ketin çala xwe. Hizûra li Diyarbekirê peyda bûye di çavên welatiyan de hêvî geş kiriye; dua, dilsozî û hêviya zarok, ciwan, dayikên Diyarbekirîyên dilê wan ji derfetên wan firehtir, dageriya bû destana bajarê Diyarbekirê û înşelleh dê qatên nû li vê destanê zêde bikin.”
“Hemû dinya dê li ser Diyarbekirê bêhtir biaxive”
Karaloglu diyar kir ku neviyên El Cizîrî, Selahedînê Eyûbî û Kiliçaslan derketine sefereke nû û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir:
“Hemû dinya dê hêj bêhtir guh li navê Diyarbekirê bibe, dê çêtir wê nas bike û dê bêhtir li ser wê biaxive. Di vê rê de li ber peren dewletê, em ê bi hêza xwe, dilê xwe, hezkirina xwe bibin xizmetkarê vî bajarê qedîm ê eshabe û pêxemberan. Bila ev berhemên îro em bi vê merasîma qedirşînas vekirina wan dikin, li Diyarbekirê û li Diyarbekirîyan pîroz û mibarek be. Ez li ser navê hemû xelkê Diyarbekirê spasiya xwe pêşkêşî cenabê te dikin.”
Serokkomar Erdogan li Kelaha Navîn bi ciwanan re
Serokkomar Erdogan, piştî merasîma vekirinê, li Keleha Navîn bi ciwanên ji deverên cuda cuda yên Tirkiyeyê re hevdîtinek pêk anî.
Erdogan, ligel ciwanan strana Gonul Dagi (Çiyayê Dilî) ya Neşet Ertaş stra.
Walî Karaloglu, videoya ku Serokkomar Erdogan tê de strana Gonul Dagi digot li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir.
Karaloglu di parvekirina xwe de got, “Ji dil bo dilî rêyek heye. Bi berhem, mizgînî, qewl û dengê xwe hûn hatin Diyarbekirê. Li ser Diyarbekira ku tu dibêjiyê herdu çavên min û xelkê Diyarbekirê malavahîya we dikim.”