Asfalt li rêyên gundan tê darêtin

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, sala 2021’ê bi armanca darêtina 1200 kîlometir asfalta destê pêşîn da destpêkirin û xebat li 6 navçeyan gihand serî.

Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, di çarçoveya xebata vekirina rêyan, firehkirina rêyan, stabîlîze û darêtina asfaltê de, meha Gulanê bi armanca 1200 km darêtina destê pêşîn xebat li ser rêyên gundan da destpêkirin û ev xebat bêrawestan berdewam dike.

Li 6 navçeyan xebat bi encam hatin

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo seyr û seferên bi ewle û rehet ên quncihê herî dûr ê parêzgehê jî bên pêkanîn şaredarî daxwazên şêniyan dide ber çavan.

Şaredariya Bajarê Mezin li ser rêya gundên Çungûş, Erxenî, Henê, Pasûr, Çinar û Peyas 173 km destê pêşîn ên asfaltê darêt û xebat bi encam kirin.

Firehiya rêyan dibe 7 metir

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta ewlehiya seyr û seferên welatiyan tekûz bike, firehiya rêyan a berî 5,5 metir ji bo 7 metreyê fireh kir.  

Ji bo zemîna rêyan çi ziyan pê nekeve berî ziftê destê pêşîn ê asfaltê tê darêtin û ji bo vê jî binaxe û hîmên rêyan tê tekûzkirin, deverên ku pêdivî pê heye jî kort tê vedan û çal tên dagirtin.

Li 11 navçeyan xebat berdewam e

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bilî 6 navçeyên ku xebatên xwe bi encam kirine, li 11 navçeyên dîtir xebatên xwe yên darêtina destê pêşîn ê asfaltê şidandin.

Salname Lêgerîn

« Kanûn 2023 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31