Ava gundê Mukrîyan a Henê çareser dibe

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya gundê Mukrîyana Henê ku bi salan e heye, dest bi xebatên vedana sondajê kir.

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê (DÎSKÎ), ji bo çareserkirina pirsgirêkên tax û gundan xebatên xwe didomîne.

DÎSKÎ’yê, li gundê Mukrîyan ê bi ser Henê ji bo ava vexwarinê dest bi xebatên vedana bîra sondajê kir.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî, çû cihê xebatê û got ku ew lê dixebitin da ku xizmeta baş ji bo her qoncikê parêzgehê bibin.

Tutşî, diyar kir ku wan li gundî plansaziya pêwist kiriye û xebata etûtê meşandiye, bi saya bîra avê dê pirsgirêka ava vexwarinê ya şêniyên gund çareser bibe û got, ew bi hemû derfetên xwe di xizmeta şêniyan de ne.

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2023 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31