Midûrê Giştî yê Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ) Firat Tutşî, li navçeya Pasûrê der barê kêşeya avê, kanalîzasyonê û binesaziyê de guhdariya daxwazên gel kir.
Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî, li ser daxwaza Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, li navçeya Pasûrê bi muxtar û welatiyan re civînek li dar xist.
Tutşî, sere pêşîn li gundê Tiyaksê bi gundiyan re rûnişt û mizgînî da gundiyan ku ew ê ji bo çareserkirina pirsgirêka avê projeya “pompeya bîra Kesonê” li vir aktif bikin.
Tutşî, li Gerînendetiya DÎSKÎya Pasûrê bi muxtarên gundan re civînek li dar xist û guhê xwe pirsgirêkên wan.
Tutşî, bal kişand ku DÎSKÎ’yê ji bo hemû navçeyan projeyên giring hene û got ku ew lê dixebitin k udi xizmetguzariya av, kanalizasyon û binesaziyê de tu kêmasî nemînin.