Karaloglu: “Em ê bi hev re bibin şahidê guherînên li Diyarbekir”

 

Walî Munîr Karaloglu, xebatên ji bo Diyarbekireke hê hêşîntir û hê xweşiktir têne meşandin, venêrtin.

Karaloglu, xebatên li ser Baxçeyê Millet ê li Yenîşehrê, Newroz parkê û şaneşîna bi camekan a li Fîsqeya têne meşandin, saxtî kirin.  

Karaloglu, serê pêşîn serdana xebatên li ser Baxçeyê Millet yên li navçeya Yenîşehrê kir û der barê xebatan de agahî ji rayedaran wergirtin.

Piştî vê Karaloglu saxtî li Baxçeyê Millet kir ku tê de mizgeftek, 2 pirtûkxane, xwendingeh, qada basketbol, voleybol û futbolê, korta tenîsê, rêbarên pisqêlet û peyasê hene.   

Her weha li nav baxçeyê Millet ji bo bêhnvedana welatiyan mêzên geşt û guzarî, kamelya û textebendên rûniştinê û ji bo zarokan jî yarîgeh hatin dabînkirin.  

Karaloglu xebatên li Newroz parkê jî seh kirin û der barê xebatan de agahî ji rayedaran wergirtin.

Şaneşîna li Fîsqeya tê çêkirin

Di dawiyê de walî Karaloglu serdana xebatên li ser şaneşîna Fîsqeya kir. Projeya vê xebatê ji aliyê Serokatiya Daîreya Avedanî û Bajarvaniyê ve hatiye amadekirin û ji aliyê Desteya Parastina Heybetên Çandî ya Diyarbekirê ve hatiye pesendkirin.

Karaloglu, der barê xebatan de ev tişt gotin:

 “Her tişt ji bo Diyarbekireke hê hêşîntir û hê xweşiktir. Xebatên me ji bo Diyarbekireke şîn dê berdewam bin. Xebatên me yên li ser Şaneşîna Camekan gihîştine ber dawiyê. Nêzik em ê ji vir ve karibin li dîmenên nuwaze yên Hevselê temaşe bikin. Em ê Diyarbekirê bi hev re biparêzin, xwedî lê derkevin û bi hev re bibin şahidê xemilîna bajêr.”

Salname Lêgerîn

« Kanûn 2022 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31