Şaredariya Bajarê Mezin, di Atolyeya Zimanên Qedîm ku bi 6 zimanan perwerdeyê dide serdema nû dest pê dike.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, di Atolyeya Zimanên Qedîm de bi zimanê Erebî, Farisî, Osmanî, Kurdî; Kurmancî-Zazakî û Suryanî perwerdeya bêpere li dar dixe û ligel vê ji bo pêşxistina van zimanan dê hin çalakiyên hunerî jî pêk bîne.
Di kursan de perwerdekarên di warê xwe de şareza dê bixebitin, perwerde dê bi online û rûbirû bêne lidarxistin û kesên di ser 18 saliyê de dê karibin tê de beşdar bibin. Di encamê de ji bo perwerdeya bi online dê Belgenameya Beşdarbûnê ji bo perwerdeya rûbirû jî dê sertîfîka bêne dayîn.
Di perwerdeya rûbirû de ji ber nexweşiya kovîd-19 hejmara beşdaran dê bi sînordar be û hemû tevdîrên pêwist dê bên wergirtin.
Serlêdan ji 4’ê kewçêrê ve bi online bên qebûlkirin
Kesên dixwazin beşdarî van kursên Atolyeya Zimanên Qedîm ên mîna Kurdî, Zazakî, Erebî, Suryanî, Osmanî bibin ji 4’ê mehê pê de karin ser malpera https://www.dismek.org.tr/ bi awayekî online pêşqeyda xwe çêkin.
Perwerde 11’ê mehê dest pê dikin
Piştî ku qeyd hatin çêkirin û beşdar hatin diyarkirin, kursên Atolyeya Zimanên Qedîm dê li fêrgehên Navenda Çand û Kongreyan a Sezai Karakoç, Pirtûkxaneya Ziya Gokalp û li Qesra Cemîlpaşa bên lidarxistin.