Diyarbekir di 11emîn Fuara YOREX ya Antalyayê de

 

 

Diyarbekir beşdarî Fuara Berhemên Herêmî û Xwecihî (YOREX) ku li Antalyayê tê lidarxistin bû û bala beşdaran kişand ser xwe.

Çêjên xwemalî yên Diyarbekirê, Parêzgeriya Diyarbekirê, Şaredariya Bajarê Mezin, Ajansa Geşedanê ya Diyarbekirê, Jûra Bazirganî û Pîşesazî, Jûra Esnaf û Pîşekaran, Borsaya Bazirganiyê bi hev re ser navê Amedê beşdarî Fuara YOREX a Antalyayê dibin. Fuara 11emîn dê li Navenda Fuaran a Center Expo Antalya ANFAŞ’ê bête lidarxistin.

Fuar ji aliyê Borsaya Bazirganî ya Anlatyayê ve bi slogana “Ka Li Ba We Wan Deran Çi Xwarin Meşhûr e?”, “Di Gavekê De Anatolya” tê lidarxistin û ji 76 bajaran û Qibrisê beşdar tevlê fuarê dibin.  

Stanta Diyarbekir gelek bala beşdaran kişand û di vê stantê de xwarinên bajêr ên naskirî mînanî qedayifa burme, beqlaveya sar, pênîrê kezî badayî, dendikê zebeşê bi xweliyê kelandî, birincê Qerejdaxê, bastêq, benî, qehweya fûrfûr, celebên çerezan, ecîn, qelî, hingivê kewaran, nîvişkê bi xwê hatin pêşandan.   

Şaredariya Bajarê Mezin, mêvanên ku serdana stanta wê kirin, materyalên danasîna bajêr danê û îkramên xwecihî jê re kerem kirin.

 

Salname Lêgerîn

« Kanûn 2022 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31