Serlêdana desteka bo xwendekaran dest pê kir

 

 

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, ji bo xwendekarên zanîngehê yên îsal bo cara pêşîn bi kontanjanên zêde têketin zanîngehê 750 lîre dide, ji bo standina vî pereyî kart tê dayîn û serlêdana van kartan dest pê kir.

Karaloglu bi daxuyaniyekê weha got, “Me soz dabû xwendekaran. Ciwanên me yên Diyarbekirî ku îsal bo cara pêşîn qeydên xwe li zanîngehê çêkirin wek Şaredariya Bajarê Mezin em ê 750 lîre desteka perwerdeyê bidine wan. Bila bi xêr û xweşî bimezêxin.”

Şaredariya Bajarê Mezin ji bo ciwanên Diyarbekirî yên mafê xwendina zanîngehê bi dest xistîye bi “Projeya Desteka Bo Xwendekarên Zanîngehê” piştgiriya wan dike.

Li gorî projeya ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ve hatiye amadekirin ji bo xwendekarên zanîngeh cara pêşîn qezenckirî çi zanîngeha dewletê be çi ya weqfan be bo carekê 750 lîre destekê didê.  

Serlêdan heta 14ê Mijdarê ne

 

Xwendekarên ku li Diyarbekirê niştecî be û bo cara yekê zanîngeha 2 salan an jî 4 salan ya rûbirû qezenc kiribe li ser malpera http://destek.diyarbakir.bel.tr ku nav û paşnavê xwe, hejmata TC’ya xwe û agahiyên ibanê binivîse dikare serlêdana xwe bike.  

Serlêdan heta 14’ê Mijdarê saet 23:59’ê berdewam in.

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2022 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31