Mêvanxaneyê îsal 51 hezar nexweş û xizmên wan kirin mêvan

 

Mêvanxaneya Nexweş û Xizmên Nexweşan a Şaredariya Bajarê Mezin di 10 mehên îsal de 51 hezar nexweş û lêzimên nexweşan pêşwazî kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, di sala 2017’ê de ji bo nexweş û lêzimên nexweşan mêvanxaneyek ava kir û ji hingê ve ye nexweş û lêzimên wan bêpere dike mêvan.

Mêvanxaneya Şaredariya Bajarê Mezin 136 jûr û 391 nivînan li xwe digire û bi vî halê xwe li ser astê Tirkiyeyê yek ji mêvanxaneya herî bi kofêr e.

Kesên ji navçe, gund û bajarên derdorê têne nexweşxaneyê û cihê wan tune ye bi awayekî bêpere li vê mêvanxaneyê têne ezimandin. Sala 2021’ê mêvanxaneyê 51 hezar û 36 kes kirin mêvan.

Mêvanxane mîna otêlekê xizmetê dide û tê de ji no nexweş û xizmên wan revir, mizgeft, servîsa sosyal, taştêya belaş û xizmeta çayê heye.

Mêvan dikarin li cilşoxaneya mêvanxaneyê kincên xwe bişon û di jûrên ûtîkirinê de cilên xwe ûtî bikin.

Mêvanên mêvanxaneyê kêfxweşiya xwe anîn ziman û spasiya rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin kirin.

Salname Lêgerîn

« Hezîran 2023 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30