Li Qesra Mîrzadeyan bîra avê hate dîtin

 

Şaredariya Bajarê Mezin li Qesra Mîrzadeyan xebatên restorekirinê didomîne û di encama kolandinê de bîra avê û solînên avê hatin peydakirin.

Bi projeya ji aliyê Serokatiya Daîreya Bajarvanî û Avedaniyê ve hate amadekirin, li ser Qesra Mîrzadeyan xebatên restorekirinê hatine destpêkirin û tê çaverêkirin qesr bi navê şair Sezaî Karakoç bête binavkirin.

Xebatên hawirçakiya li ser Qesra Mîrzadeyan bi çavdêriya muze û arkeologan tên meşandin û di encama van xebatan de li hawirdıra qesrê solînên avê û li 3 deveran jî bîrên avê hatin dîtin.  

Di kolandinê de şopên beravê, serşokan hatin dîtin û her weha pergala destavê jî di qesrê de hê jî bi awayekî tekûztê parastin.

Ev bermayî aydê serdema 16’ê ne û piştî xebatên pêwist dê ji bo bîneran bên pêşandan.