Â
Åžaredariya Bajarê Mezin, piÅŸtî ku derdora Fîsqeya ji aliyê Wezareta Jîngeh Bajarvanî û Guhorîna Kîşwerî ve wek devera xeternak hate ragihandin xebatên veguherandina bajêr dimeşîne. Â
Piştî ku sala 2017’ê taxa Dîcle û Qesra Ferît ya li Fîsqeya ji aliyê Wezareta Jîngeh Bajarvanî û Guhorîna Kîşwerî ve wek devera xeternak hate ragihandin Şaredariya Bajarê Mezin, dest bi xebatên veguherandina bajêr kir û xebat berdewam e.
Bi 205 welatî re li hev hatin
Serokatiya Daîreya Avedanî û Bajarvaniyê, di çarçoveya xebata veguherandina bajêr a 5 qonaxî de di qonaxa ewil de li ser 93 donim erdê bi 205 xwedanê erdan re li hev kir. Van xudanên erdê 84’ê wan bi TOKÎyê re, 121’ê wan jî beramberî xanî lihevhatina xwe girêda. Şaredariay Bajarê Mezin 41 welatiyên kul i ser xanî li hev kir, xaniyên wan teslîm kirin. Şaredarî dusibe (16’ê mehê) dê dest bi hilweşandina van xaniyên lihevkirî bike.
Piştî ku veguherandina bajêr bi encam hat dê Fîsqeya wek dewama Baxçeyê Millet ji bo seyrangeha xelkê bête terxankirin.