Hejmara şeşê ya “Keremke” derket

 


Bultena Şaredariya Bajarê Mezin “Keremke” ku tê de behsa xizmetguzarî û projeyên şaredariyê dike, bi hejmara xwe ya şeşê derket pêş xwînerên xwe.  

Bultena Şaredariya Bajarê Mezin “Keremke” ku tê de behsa xizmetguzarî û projeyên şaredariyê yên li navenda bajêr û navçeyan dike, bi hejmara xwe ya nû derket pêş xwîneran.  

Xelkê Diyarbekirê, dikare vê bultena 32 rûpel li ser qada dîjîtal ji malpera Şaredraiya Bajarê Mezin bişopîne, her weha dikare li firoşgeh, wesayitên komguhêz, muze, navendên jinan û ciwanan û qiraetxaneyên baxçeyên milet bi dest xwe ve bîne.

Her weha bultena nûçeyan “Keremke” bi rêya xebatkar û karmendên şaredariyê jî li ser cadeyên qerebalix li welatî û esnafan tê belavkirin. 

“Em li ber emrê Diyarbekirê amade ne”

Walî Munîr Karaloglu di hejmara şeşê ya “Keremke” de bi sernavê “Em Li Ber Emrê Diyarbekirê Amade Ne” nivîsek nivîsî û got, di vê dema em diketin sala nû de her roj em xebateke nû pêk tînin.

Karaloglu bi bîr xist ku ew xweşikiyên bajêr ên neliberçav û nexuya kevş dikin û got ku wan di navbera Şûlala Şêxandede û Yabanardîya Çermûgê û li Şikeftên Birqleyn ên Licê ji bo hezjêkerên xwezayê rêyên peyasê û geryanê çêkirine.

Karaloglu bal kişand ku ji bo ew bedewiyên bajêr raberî mirovahiyê bikin li 17 navçeyan wan dest bi xebatên geşedana Diyarbekirê kirine û got, “Armanca me, daxwaza me, bila her kes Diyarbekirê bibîne, her kes wê nas bike. Ji bo vê em dibêjin niha dema kevşkirin, dîtin, jiyîn û geşkirina bedewiyên Diyarbekirê ye.”

Karaloglu amaje bi wê çendê kir ku ji bo bedewiyên bajêr parve bikin platforma “Herdu Çavên Min Diyarbekir” ku platforma ewil a bajêr e hatiye avakirin û weha pê de çûye:

“Em wêneyên fotohezên Diayrbekirî di vê platformê de li hev dicivînin. Di qadên cuda cuda de pêşbirkan li dar dixin, pêşangehan saz dikin û em ê gelek çalakiyan di vê platformê de li dar bixin, lewra em welatiyên xwe gazî beşdarbûna vê platformê dikin.”

Karaloglu, bal kişand ku bo cara pêşîn li Diyarbekirê mazata pirtûkan hate lidarxistin, vê mazatê eleqeyeke baş dît û got, li rex van xizmetên insanî em di xizmetguzariya şaredartiyê de jî xebatên xwe bêrawestan dimeşînin. Karaloglu, di nivîsa xwe de behsa xizmetên bo bajêr kiriye û weha dawî li nivîsa xwe aniye: “Em ji dil dibêjin ‘ser sera û ser çava’ û bê rawestan em ê xebata xwe bibin pêştir; em ê ji bo Diyarbekirê ya herî baş, her xweşik, herî hêjî şanê wê bikin. Em li ber emrê Diyarbekirê amade ne. Em di xizmeta bajarê xwe de ne.”

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2022 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31