Pêşangeha wênekarên Diyarbekirî vebû

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, pêşangeha têkel a wênekarên li vî bajarî dijîn û liv ir hildiberînin gihand pêş hunerhezan.  

Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, ji bo berhemên hunermendên Diyarbekirî bigihîne pêş hunerhezan “Pêşangeha Wêneyên Têkel a Wênekarên Li Diyarbekirê Dijîn” li dar xist.

Pêşangeh, bi serperiştiya Ahmet Yurtsever, bi beşdariya zêdetirî 100 wêneyên bi destê 40 wênekaran hatine çêkirin, li Salona Pêşangehan a Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç hate pêşandan.

Pêşangeha ku dê heta 7’ê kanûna 2022’ê vekirî be ji aliyê Serokê Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî Ali Çelik û hunermendan ve hate vekirin.  

Çelîk, di vekirina pêşangehê de axivî û got ku ev xebatên weha gelekî feydeyê xwe ji bo marqeya Diyarbekirê heye.

Çelîk bal kişand ku ew ji bo piştgiriya bi hunermendan re projeyên cur bi cur bi pêş dixin û got ku hilberandina hunermendan gelekî mifayê xwe li bajêr heye.

Piştî axaftinê Çelîk, spasname pêşkêşî hunermendên beşdar kir.