Li Diyarbekir av ji sedî 16,5 erzan bû

 

 

DÎSKÎyê bi slogana “Her Dilopa Wê Rehmet e Te Hay Ji Avê Hebe ji sedî 16,5 Erzanî” pêkanîneke nû da destpêkirin, li gorî vê îsal dê li gorî sala 2021’ê 46 milyon lîre di berîka welatiyan de bimîne. Bi vê pêkanîna bizav tê kirin ku hewldana teserifa di avê de bi pêş bikeve û armanc ew e ku 880 lître avê teserif bikin. Ev teserif jî teqabilê 40 milyonî dike û ew ê jî di berîka xelkê de bimîne

Li gelek bajaran kargêriyên avê buhayê avê giran dikin lê DÎSKÎ li Diyarbekirê avê erzan dike; bi vî awayî ev bajêr dê bibe yek ji bajarê ava wî herî erzan

Desteya Rêveber a Kargêriya Avê û Solînan a Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), bi daxwaza Walî Munîr Karaloglu û bi pêşniyaza Gerînendetiya Giştî, bi biryarekê ava Diyarbekirê erzan kir.

Di çarçoveya Biryara Serkomar a Hejmar 4920 de, DÎSKÎyê biryareke nû girt û ji sedî 16,5 di avê de erzanî hate kirin.

Biryar e ku ev biryar ji 01ê Kanûna 2022ê pê de bête bicihanîn.

 

 Diyarbekir yek ji Bajarê Mezin ê ava wê erzan e

Bi vê boneyê li Navenda Kongreyan a Alî Emîrî daxuyaniyeke çapemeniyê hate lidarxistin. Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, di daxuyaniyê de bal kişand ku gelek bajarên mezin avê giran dikin lê ew li Diyarbekirê avê erzan dikin bi vî awayî Diyarbekir di nav bajarên mezin de bajarê ku ava wî herî erzan e.  

 

Tutşî, diyar kir ku bi vê tarîfeya nû wan tenê av erzan nekiriye, her weha wan rê li ber teserifa avê jî girtiye û weha got: “Nêzî 440 hezar aboneyên me hene. Bi serê her aboneyî em dixwazin mehê 2 metrekup avê teserif bikin û bi vî awayî her meh 880 hezar metrekup teserifê ji avê bikin.”

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, bal kişand ji bo hemû abone 15 metrekup avê bimezêxin ew ê daşikandina ji sedî 16,5 pêk bînin û got ku em vê mîqtarê li gorî pêdiviya bikaranîna avê ya Tirkiyeyê di astê herî asgarî de bi kar tînin û got, “Li Diyarbekirê ji sedî 80’ê aboneyên me mehane di bin 17 metrekupê de avê dimezêxin. Lewra me ev pîvan esas girt.”

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2022 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31