Print this page

Fîloya îtfaiyê hat xurtkirin

 

 

Walî Karaloglu:

 “Li Diyarbekirê, em giringiyê didin sazûmana agirkujiyê. Projeyên me yên nû hene ji bo xurtkirina teşkîlata îtfaiyê hem di warê neferan de hem jî di warê amarûn de.”

Serokatiya Daîreya Îtfaiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin, 6 wesayitên nû kirrîn û filoya xwe xurt kir.

Walî Munîr Karaloglu di bernameya li Şaxa Îtfaiyê ya li Peyasê de axivî û got ku heçî îftaiye ye pêwist e salê 265 roj, hefteyê 7 roj û rojê 24 saet di amadebaşiyê de be.

Karaloglu bi bîr xist ku heçî îstafiye ye demildest xwe digihîne hawara mirovên di tengîyê de lewra jî divê ev sazî hem di warê neferî de hem jî di warê wesayit û amûran de xurt be.

Karaloglu bal kişand ku sala 2021’ê 75 ciwan bi ser ezmûnê KPSS girtine teşkîla agirkujiyê û weha axivî:

 “Em wan ne tenê ji bo destwerdana rûdanên şewatê, her weha ji bo destwerdana hemû celebên afatan amade dikin. Em bi taybetî îtfayekarên ciwan dixwazin da ku bibin pisporê karê xwe. Bila ewqas şareza bibin di karê xwe de, çi ji bo ketina avê ji bo asêbûna li çiya li wan bigerin. Di van mijaran de em perwerdeyê li gorî şiyanên hevalên xwe yên ciwan didin wan.”