Şaredariya Bajarê Mezin, li navenda bajêr û navçeyan gelek projeyên bikêr bi pêş xistin.
Şaredariya Bajarê Mezin, li navenda bajêr û navçeyan di nava salekê de ji restorekirina Sûrên Diyarbekirê bigire heta rê û rêbarên navend û navçeyan, hawirçakî û park û baxçeyan, heta projeyên ji bo ciwanan û sporê di her warî de xebatên giring meşandin.
“Vejîna li Sûran” berdewam e
Şaredariya Bajarê Mezin, ji 98 sûrên li ser xwe mane li ser 24’ê wan xebatên restorekirinê dimeşîne.
Şaredariya Bajarê Mezin Sûrên Diyarbekirê restore dike, 10’ê tebaxa 2020’ê xebatên restorekirinê li ser bircên Benûsenê, Heftbira, Deriyê Rihayê û Nûrê dan destpêkirin û xebata li Keleka Navîn li ser 11 bircan, 2 bircên keleha derve û her weha xebatên hawirçakiya li ser Girê Amîda û lêkirina benda wê û li Deriyê Çiyê li ser Tek Bedenê û bircên hejmar 1,2,5 û 7 û 8’ê jî li vê xebatê hate zêdekirin û bi giştî 24 birc ketin ber xebata restorekirinê.
Her weha, li devera Benûsenê jî 300 avahiyên bi sûran ve bi berdêla 15 milyon lîreyî hatin arizîkirin û îhtîşama sûran derket pêş.
Mizgefta Qurşinî rewneq da
Şaredariya Bajarê Mezin, li nav Sûrên dîrokî bi xebata hawirçakiya li ser meydana Mizgefta Fatîh Paşa (Qurşinî) ya ku aydê serdema Osmaniyan e meydana mizgeftê hate çakkirin.
Li meydanê dar hatin çandin, 800 metrekare bordurê bazalt lê hatine dabînkirin, 2500 metrekare kevirê kuçe lê hate bicihkirin û stûnên dekoratif ên ronîkirinê li meydanê hatin dabînkirin.
Sûlava Fîsqeya ji nû ve herikî
Şaredariya Bajarê Mezin, Sûlava Fîsqeya ku ji aliyê dîrok û turîzma bajêr ve xwedî giringiyeke mezin e ji nû ve av berdayê. Li ser sûlavê şaneşîna bajêr hate çêkirin, ji ser vê şaneşînê ve dîmena Çemê Dîjleyê û Baxçeyên Hewselê gelekî xweşik xuya dike. Ev dever bi ronahiyên rengîn hate xemilandin.
Rê tên nûkirin
Li navenda bajêr rêyên gelek hatûçûn li ser wan e, yên mîna Dr. Ahmet Bilgin, Mir Cembelli ve Prof. Dr. Necmettı̇n Erbakan Bulvarı ile Rızvan Ağa, Evrim Alataş, Ahmet Kaya, Avşin, Mastfroş, Rıha, Hilar, Dr. Yusuf Azizoğlu, Cemiloğlu, Bediüzzaman, Hayati Avşar, Ahmet Arif, Dr. Şeref İnalöz, Mimar Sinan, Prof. Dr. Selahattin Yazıcıoğlu, Siverek, rêya Hipodromê û ligel kuçeya Kumlu hatin nûkirin.
Şaredariya Bajarê Mezin bi armanca “li gundewaran 1200 kîlometir rê” xebatên xwe bêrawestan didomîne û li 17 navçeyan xebatên dabînkirina parkeyan û çêkirina rêya gundan hatin meşandin.
Diyarbekir dê bibe baregeha lojîstik a Tirkiyê
Navenda Lojîstîk ku ji bo herêmê tiştekî nû ye, dê li ser 217 hektarî bête damezrandin û dê bibe baregeha lojîstîk a herî mezin li ser astê Tirkiyeyê.
Li vê navendê 11 hezar metrekare bi tenişta rêya hesinî ve 16, derveyî rya hesinî li ser 12 hezar û 500 metrekareyî 8,5 hezar û 600 metrekare 11, li ser 2 hezar û 900 metrekareyî 23 depo dê cih bigirin, 161 hezar û 500 metrekare qada depoya silo, termînala rêya hesinî, parka tiran bo 700 wesayitan û bazgeha sotemeniyê li xwe digire.
“Navenda Lojîstîkî ya Diyarbekirê” ku dê berê Diyarbekirê ji bo Asyaya Navîn û Rojhilata Navîn araste bike, 28’ê Kewçêra 2021’ê de îhaleya wê hate kirin.
Pirsgirêka sergoyê bi EKAY’ê hate çareserkirin
Şaredariya Bajarê Mezin, eteba yekê ya projeya EKAY’ê bi pêş xist, rêveberiyên berê pirsgirêka sergoyê ku serkaniya ava bajêr Qerejdax diherimand çareser nedikir, di nava 66 rojan de temam kir.
Proje bi rêbaza çêke-kartê ke-dewr bike pêk anî û li devera Qerejdaxê çizirîna gazên jehrîn ya ji ber depokirina bêpergal pêk dihat ragirt û ji sergoyê elektrîk jenand.
Sezona Çand û Hunerê ya 2021-2022ê pêşkêşî FeqiyêTeyran hate kirin
Şaredariya Bajarê Mezin, Sezona Çand û Hunerê ya 2021-2022’ê pêşkêşî şair û mutesewifê bi navûdeng ê Edebîyata Kurdî ya Klasîk Feqîyê Teyran kir.
Şaredariya Bajarê Mezin, di tevahiya salê de 425 helkeftên çand û hunerî ji bo her temenî ji xelkê Diyarbekirê li dar xist.
Bi çandina 67 hezar daran Diyarbekir hêşîntir bû
Şaredariya Bajarê Mezin, bi 2 milyon û 200 hezar kulîlkên demsalî, 1 milyon û 221 hezar kulîlkên zivistanî ligel 200 hezar laleyên li bîstanê xwe çandî, rêbar û bulvarên bajêr xemilandin.
Şaredariyê bi şiara bajarekî hêşîntir projeya “Daristana Fethê ya 1382 ya Diyarbekirê” bi pêş xist û di encamê de li navenda bajêr û navçeyan 67 hezar dar li baxçeyan çandin.
Hawirçakiya şikefta Eshabê Kehf hate kirin
Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya çalakiyên Fetha Diyarbekirê de li şikefta Eshabê Kehf a li navçeya Licê xebata hawirçakiyê meşand. 28’ê Gulanê roja înê “Roja Eshabê Kehf û Hişyarbûnê” hate lidarxistin û tê de 5 hezar kesî nimêj eda kir.
Li Pîrezîzê pîsta bafiroka kendalan
Şaredariya Bajarê Mezin, li gundê Pîrezîz ê bi ser Henê tirbeya Pîr Ezîz ya li kendalê çiyê xist ber hawirçakî. Tê zanîn bi hezaran kes serdana vê tirbê dike.
Ji ber ku ev dever bi kêrî bafirokên kendalan dihat pîsta bafirokan lê hate danîn.
Diyarbekir ji nû ve tê kevşkirin
Ji bo bedewî û spehîtiya bajarê Diyarbekirê bercest bibe meşên xwezayê hatin pêkanîn. Ji bo Qerejdax beşdarî tora jeoparkan bête kirin serlêdan li UNESCOyê hate kirin û bi vê mebestê meşa xwezayê ya “Rêka Qeracê” hate lidarxistin.
Her weha meşeke dî ya xwezayê ji bo Şikeftên Birqleynê hate kirin. Ev şikeft li navçeya Licê ye û tê zanîn Îskenderê Makedonî di sefera xwe ya bo rojhiatê de leşkerên xwe spartibû vê şikeftê.
Sûlava Şêxandede wek Parka Tabiatê hate tescîlkirin
Ji aliyê Gerînendetiya Giştî ya Parastina Xwezayê û Parkên Milî ve Sûlavên Yabanardi û Şêxandede wek Parka Tabîatê hatin tescîlkirinê.
Destek ji bo kerta perwerdeyê
Şaredariya Bajarê Mezin, hemû çalakiyên ciwanan di bin banê Ciwanên Hişyar de dimeşîne, 7 hezar û 250 zarokan ji malên zanînan, 7 hezar ciwanan ji Akademî Lîseyan û 220 ciwanan jî ji Mêvanxaneya Keçikan sûd wergirt.
2021 sala Mêweyên Qalik Hişk
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo pêşketina çandinî û sewaldariyê piştgiriya cotyaran kir, li gundan xebat meşandin.
Piştî ku sala 2021’ê wek sala Mêweyên Qalik Hişk hate îlankirin, Şaredariya Bajarê Mezin, Serokatiya Kargêriya GAP’ê û Gerînendetiya Çandinî û Daristanan projeyek bo pêşxistina çandinî û cotyariyê bi pêş xist, bi vê boneyê sala 2021-2022’ê 5 hezar û 500 dekar, 2023’ê jî 45 hezar hektar ji bo pêkanîna baxçeyên mêweyên bi qalik terxan kir. Bi vê projeyê re Diyarbekir dê bibe navendeke giring a baxçeyan.
Diyarbekirê xudanî li sêwîyan kir
Şaredariya Bajarê Mezin, bi projeya destekkirina sêwiyan destê rehmê di serê 1000 arokê êtîm peland. Her weha ji bo 12 hezar û 22 malbatan jî Karta Alîkariay Civakî, ji bo 48 hezar û 624 malbatan pakêta zexîreyê, ji bo 66 kesan nivîna nexweşiyê, 18 erebanên bi teker, 4 hezar û 800 jî pakêtên hijyen û paqijiyê li kesên pêdivî belav kirin.