Taksîvanên Farqînî ji wergirtina plakayê kêfxweş in

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin ji bo taksiyên bazirganiyê li Farqînê îhaleya plakayê bi encam dabû û taksîvan ji vê pêkhatinê memnûn in.

Şaerdariya Bajarê Mezin, ji bo li navçeya karûbarên taksîvaniyê bên parastin û bikevin bin qeydê û rê li ber veguhastina bi qaçaxî ya taksîvaniyê bête girtin da ku kontroleke pêwist li ser vî karî hebe, îhaleyên plakaya taksîyên bazirganiyê pêk anîn.  

Li Farqînê di encama îhaleyê de 69 taksî dê karibin bi awayekî fermî bi vî karê xwe rabin, taksîajoyan, ji ber karê wan mîsoger bûye, kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Em û muşterî êdî bi ewle ne

Ferdî Nesne ev 15 sal e li Farqînê taksîvaniyê dike, bal kişand ku ji ber ev kar bi awayekî korsanî dihate kirin dilê wan rehet nebî, niha karê wan mîsoger e û ji vê kêfxweş in.

Nesne, weha axivî:

 “Me bi rêya îhaleyê plakaya xwe wergirt. Niha em ê bazirganiya xwe rehet bikin. Heta niha me bi awayekî korsan kar dikir. Karmend ji derve dihatin û ji ber ev kar bi korsanî dihate kirin dilê wan rehet nebû. Niha hem em hem jî ew êdî bi dilekî rehet karin li taksiyan siwar bibin.”