Â
Şaredariya Bajarê Mezin, ji ber barîna zêde ya berfê ji bo destwerdanên lezûbez maseya krîzê saz kir. Tê zanîn zêdetirê bihostekê berf li Diyarbekir barîye.
Bi serperiştiya Walî Munîr Karaloglu, bi serokatiya Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Ahyan Kardan ligel Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasypna Binesaziyê, Serokatiya Daîreya Agirkujiyê, Serokatiya Daîreya Zabiteyê, Gerînendetiya Rêya Bejêyî û AFADê maseya krîzê danî.
Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasypna Binesaziyê, rêyên sereke dê karê berfmalînê bike, ji bo rê nebe qeşa dê xwê bike, her weha Serokatiya Daîreya Agirkujiyê, Serokatiya Daîreya Zabiteyê, Gerînendetiya Rêya Bejêyî û AFADê jî dijî helkeftên nexweş dê di amadebaşiyê bin.
Maseya krîzê dê 24 saet li ser kar di amadebaşiyê be û dê gilî û daxwazên welatiyan bibersivîne.
Ji bo rewÅŸeke nexweÅŸ Alo 153 7/24 di xizmeta gel de ye
Welatî, heke tiştekî nepayî yê neyînî çêbe di cih de dikare pêwendiyê bi ALO 153 ya Şaredariya Bajarê Mezin re bike û alîkariyê jê bixwaze.