DÎSKÎ arizeyên ji ber qeşayê çêbûne çareser dike

 

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), li deverina bajêr li arizeyên di encama sir û qesemê de ji ber qeşagirtinê peyda bûne mudaxele kir.

Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê, di vê zivistana herî dijwar a 49 salên dawîn de li seranserê Diyarbekirê bi hemû ekîbên xwe bi şev û bi şev dixebite. 

Arizeya li depoyên dupê yên avê hate çareserkirin

DÎSKÎ’yê li ser depoyên avê yên ku pêdiviya avê ya welatiyan dabîn dike û ji ber sir û sermayê qeşayê girtine, xebata çareserkirinê da destpêkirin.

Ekîban demeke kin arize çareser kir û ava deverên ku av li ser wan hatibû birîn, dîsa berda.

DÎSKÎyê ji bo saetên avê û boriyan hişyariya qerisînê kir

DÎSKÎyê, welatî hişyar kirin ku ji ber barîna zêde ya berfê û pê de daketina pileya germê û dijwarbûna kêşhewayê ku bo pîverên avê û boriyan tevdîran bigirin.

Rayedarên DÎSKÎyê ragihand ku sermaya zêde dibe ku zirarê bide pîverên avê û ji welatiyan xwest ku ew borî û pîverên avê bi pêçekan binixumînin.

Salname Lêgerîn

« Tebax 2022 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30 31