Â
Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), di vê pêla berfbarîna herî dijwar a 49 salên dawî destwerdan li 192 arizeyan kir.
Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê, piştî ku pêleke dijwar a berf û pûkê bajêr girt û sir û sermayeke dijwar peyda bû xebatên xwe berdewam e.
Ji 17ê kanûnê pê de ku pêla germaya dijwar bi ser bajêr de girt DÎSKÎyê mudaxele li 172 şebeke û depoyên avê, 20 depoyên dupê bi giştî 192 arizeyan kir.
Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, diyar kir ku av pêdiviyeke sereke ye û ew bi dil û can lê dixebitin ku arizeyên borî û şebekeyên avê çareser bikin.