Welatî ji veguherîna bajarvanî ya li Fîsqeyayê memnûn in

 

Di çarçoveya plana veguherîna bajarvanî ya li Fîsqeyayê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ver hate pêkanîn de şênî niştecî li xaniyên xwe yên nû hatin bicihkirin. Şênî ji vê projeyê kêfxweş in.  

Şaredariya Bajarê Mezin, piştî ku taxa Dîcle û Ferit Koşk ya Fîsqeyayê di sala 2017ê de ji aliyê Wezareta Jîngeh, Bajarsazî û Guherîna Avhewayê ve wek devereke xeter hate ragihandin, xebata veguherandinê da destpêkirin.

Serokatiya Daîreya Avedanî û Bajarvaniyê, bi mebesta rêlibergirtina bajarvaniyeke çelexwarî û bona qadên hêşîn zêdetir bibin projeya veguherînê bi 5 qonaxan da destpêkirin û di çarçoveya qonaxa 1’ê de li ser 93 donimî bi 245 xwediyên heq re lihevhatinek pêk hat.  

Ji bo 96 kesên xwedî heq peymana xaniyek li TOKÎyê, bi 149 kesî re jî peymana berdêla neqdî lihevhatin pêk hat. Şaredariya Bajarê Mezin neqdê xwediyê heqî dayê û 96 kesên soza xanî ji wan re hate dayîn jî mifteyên xaniyên wan teslîmî wan kirin.  

“Em hatin maleke luks û kalorîfera wê jî heye”

Mehmet Orak ê ku li xaniyê xwe yê TOKÎyê bi cih bû, berî 53 salan li Fîsqeyayê bi cih bûye û ji ber veguherîna bajarvaniyê kêfxweşiya xwe anî ziman.

Orak bal kişand ku dema ew li Fîsqeyayê bûne wan gelek zehmetî kişandine û got ku wî bi dilekî xweş ji bo veguherîna bajarvaniyê lihevhatin pêk aniye.

Orak diyar kir ku ew li TOKÎyê di xaniyekî xweş de rûdine û weha axivî:

 “Çi kêşeyên me nîn in. Em virê hatin xaniyekî xweşî luks. Ne derde komirê ne jî yê êzingan heye. Ava min a germ heye. Jiyana vê derê ji ya wê derê cudatir e, wê derê şevnişîn bû. Qe nebe em  di bînayeke xwedî asansör de dijîn. Vê derê gelek xweştir e, dîmena Qerejdaxê heye.”

Orak bi bîr xist ku zaroktiya wî li Fîsqeyayê derbas bûye, amaje pê kir ku bi guherîna bajarvanî ew der dê xweştir be û got, “Şaredarî parkekê li wirê çêdike, înşelleh em ê herin wê parkê rûnin. Dê feydeyê wê li mirovan bibe.”

Orak aşkere kir ku Walî Munîr Karaloglu ji bo bajêr tiştên bikêr dike û got, “Xwedê ji wî razî be.

“Kuçe û rêya wê tune bû. Gava nexweş dibûn erebe nedihate ber mala me”

Faîk Çiftçi yê 72 salî li mala xwe ya TOKÎyê bi cih bûyî, bal kişand ku ew li Fîqeyayê di xaniyekî bi dilqê şevenişînan de diman. 

Çiftçi aşkere kir ku xanûmaniya li Fîsqeyayê bêserober bû û weha axivî: 

"Kuçeya me, rêya me tune bû. Gava em nexweş diketin erebe nedihate ber mala me. Ez pîr bûm, ez bi zorê bi wî hevrazî dikişîyame mala xwe, me gelek zehmetî dikişand. Kendal bû, gava befr dibarî em dişiqitîn, diketin erdê, serê me û pîlên me dişikestin." 

Çiftçi bi bîr xist ji ber ew bûye xwedan maleke germ gelekî kêfxweş e û got, "Dewlet alîkariya me feqîr fuqara dike. Xwedê tu kêmasiya wê nade."