Şaredariyê rahênan da îtfaiyekarên herêmê

 

Şaredariya Bajarê Mezin, bi hevkariya GABBê perwerdeya serdema 1ê ya agirkujiyê bi beşdariya beşên agirkujiyê ên herêmê li dar xist.

Bername, li Îtfaiyeya Peyasê birêve çû û beşên îtfaiyeya Şaredariyên 17 bajaran wek Semsûr, Agirî, Batman û Bedlîsê jî tê de başdar bûn û tê de perwerdeya teorik a rêveberiya afatê û kordînasyonê hatin dayîn.

Perwerde 2 rojan kişand û tê de rahênanên rizgarkirinê, vekirina agirî, destwerdana afatan, teknîkên vemirina agirî, destwerdana li şewatên gazê û LPG, rahênanên sîmîlasyonê ji aliyê rahêneran ve hatin dayîn.

Serokê Daîreya Agirkujiyê a Şaredariya Bajarê Mezin Veysel Yigit, diyar kir ku ev perwerde ji bo îtfaiyekar zûtir karibin destwerdanê bikin, hate lidarxistin. 

Yigit aşkere kir ku wan ezmûnên xwe bi îtfaiyekarên herêmê re parve kirine û weha axivî:

 “Ji bo destwerdanê li şewatan bikin û dema afatan mal û canê gelê me biparêzin ekîbên pispor li herêmê amade dikin, navenda perwerdeya îtfaiyê ya li gorî standardên Tirkiyeyê dê di nava salê de rahênên xwe berdewam bike.”

“Bi perwerdeyên weha em ê kêmasiyên xwe li paş bihêlin”

Mahfuz Aslan di Îtfaiyeya Batmanê de kar dike, bi bîr xist ku rahênan bo wan pir baş derbas bûye û got, “Em elimin ku destwerdana li şewata gazê bi kef û avê tê kirin. Me rêbazên hişyariyê fêr kirin.”

Fatîh Yilmaz di Îtfaiyeya Patnosa Agirî de dixebite, diyar kir ku bi saya rahênanê ew bi kêmasiyên xwe hesiyane û weha axivî:

 “Bi sîmîlasyonê me rahênana têketina nav dûmanê dît. Em elimîn ka dê çawa destwerdanê li şewatên mezin bikin, pê re em ê hawara afat û qezayan bielimin. Bi van perwredeyan em ê kêmasiyên xwe li paş bihêlin.”

Sînan Memîş di Îtfaiyeya Heskîfa Batmanê de dixebite, bal kişand ku ew îtfaiyekarê 20 salan e û got bi rahênanê tecrûbeya wan zêdetir bû.

Perwerde dê dewam bikin

Şaredariya Bajarê Mezin, bi hevkariya GABBê dê di navbera 13 -16 û 20-23ê Sibatê de bi beşdariya 71 şaredariyan rahênanan bike.

Piştî perwerdeyê dê belgeya beşdariyê bidin îtfaiyekaran.