Bi saya kursên DÎSMEKê yên Şaredariya Bajarê Mezin li navçeya Farqînê jin xwe fêrî pîşeyekê dikin.
DÎSMEK li Farqînê ji bo her temenî kursên pîşeyî û xwe pêşvebirinê li dar dixe, eleqeyeke mezin ji bo van kursan heye.
DÎSMEK di bin banê Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî de xizmetê dide û li Farqînê 142 kes ji kursên pastevanî, durîtin, neqşkarî, trîkopaj, cil û berg, Qurana Pîroz sûdê werdigirin.
Kurs ji aliyê perwerdekarên di warê xwe de pispor ve têne dayîn û di encamê de sertîfîkayên bi destûra MEBê ji wan re tê dayîn.
Kurs nava hefteyê ne û kesên dixwazin ji van kursan sûdê werbigirin dikarin bên serlêdana xwe li Atolyeya Hunerî ya DÎSMEKê bikin.
“Em fêrî pîşeyeka baş dibin”
Nêrgiz Guneş beşdarî kursa kuafêriyê dibe, diyar kir ku bi saya vê navendê ew di warê pîşeyî de pêş ketiye.
Guneş, weha axivî:
“Bêguman me armance heye û ji bo pêkanîna vê em ji mamosteyên xwe destekê digirin. Berê li Farqînê kurseke weha tune bû. Em nû dest pê kir ligel vê ez fêrî gelek tiştî bûm. Xeml û rêkûpêkî ji bo me jinan gelek giring e, ev karê çakkirina por û kezîyan naqede. Lewra ev pîşe heta mirinê ye.”
“Piştî kursê em dikarin kargeha xwe vekin”
Şevîn Karadenîz diçe kursa kuafêriyê, diyar kir ku ew bi saya kursê hînî pîşeyê xwe bûye.
Karadenîz, weha axivî:
“Kuafêriyê bala min dikişand min ji hevalekî xwe bihîst ku ev kurs vebûye û tavilê min serlêdana xwe kir. Li vê derê em fêrî her tiştê der barê porê û teknîkên makyajê dibin. Piştî vê kursê em belgeya xwe hildidin; em dikarin bi wê cihekî kar ji xwe re vekin.”
“Hem kêf dikin hem hîn dibin”
Lale Tuta diçe kursa pastevaniyê û got ku zanaat bala wê dikêşe lewra wê xwe li vê navendê qeyd kiriye.
Tuta diyar kir ku gelek fêdeya van kursan heye, weha got:
“Kurs bêpere ye ez hatim ku hîn bibim û bibim xwedî pîşe. Îro em fêrî çêkirina pasteya ter dibin. Gava mêvanên me tên em pasteyan, kulîçeyan datînin ber wan, ew bi kêfxweşî dixwin. Ez dibêjime wan, ez li kursê fêrî pahtina wan bibim, gelekî diheyirin. Rojên em têne vê derê hem kêfê dikin hem jî fêrî tiştên nû dibin.”
“Bila her kes bê vê kursê”
Yasemîn Kuçuk got ku ew ji bo di karê xwe de bibe pispor hatiye DÎSMEKê.
Kuçuk diyar kir ku ew gelekî kêfxweş e ku fêrî pastevaniyê bûye û weha got, “Ez li malê hez ji çêkirina van tiştan dikim, lê li virê ez bi pisporî vî karî fêr dibim. Belkî jî siberojê ez ji xwe re kargehekê vekim. Ez dibêjim bila her kes bête van kursan.”