Print this page

Walî Karaloglu bû mêvanê fitara welatiyan

 

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, li gundê Heydana Jorîn a bi ser navçeya Gêlê bû mêvanê fitarê.

Walî Karaloglu, di meha rojî Remezanê de dibe mêvanê malên welatiyan û bi wan re difitire.

Karaloglu, bi vê mehebstê li navçeya Gêlê çû gundekî, bû mêvanê sifreya welatiyekê û berî fitarê serdana mala Henîfa Umaya 85 salî kir.

Karaloglu destê Umaya nexweş maçî kir, dua jê xwestin û bo qasekê bi pîrejinê re sohbet kir.

Walî Karaloglu got, “Ez bi kurdî nizanim, xaltîka Henîfa jî tirkî nizane. Lê zimanê dilî yek e.”

Karaloglu, li sifreya li gastîna gundî hatiye danîn bi welatiyan re fitara xwe kir û paşê ligel gundiyan sohbet kir û çayek vexwar.

Walî Karaloglu diyar kir ku ew gelekî kêfxweş in ku careke din li ser sifreya fitarê ne û got, “Înşeleh Xwedê bi wesîleya Remezanê biratîya me, dilsoziya me zêdetir bike. Tifaq û hevgirtina me daîm be.”  

Li gel walî Karaloglu Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Ayhan Kardan û rayedar jî amade bûn.