Walî Karaloglu, beşdarî fitara ciwanan bû

 

Karaloglu:

“Em hewl didin li Diyarbekirê ciwanên li ser şopa artêşa eshabiyên bin fermandariya Iyaz Bin Xanim, li ser şopa Hezretî Silêman bigihînin”

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu ligel hevjîna xwe Sevîm Karaloglu, di fitara ji aliyê TUGVAya Diyarbekir ve hatiye lidarxistin de bi ciwanan re fitirî.

Piştî fitarê Walî Karaloglu duxayaniyek da û bi bîr xist ku ev 2 sal e ew hatiye ser karî û ji hingê ve ye ji binesaziyê heta seresaziyê, ji rê û rêbaran heta park û ava vexwarinê gelek projeyên giring pêk anîne.

Karaloglu, amaje kir ku têgeha şaredartiya sosyal ku ji aliyê Serokomar Recep tayyip Erdogan ve hatiye bipêşxistin wan li Diyarbekirê cî bi cî kiriye û got, projeyên wan ên giring ji bo ciwanan hene.

“Bajarê tu ava dikî ciwanê tu îhmal dikî hildiweşîne”

Karaloglu diyar kir ku ji krêşan heta bi malên zanînê, akademî lîse û akademî zanîngehê, ji çalakiyên çand û hunerî yên DÎSMEKê bigire heta kursên hunerî ew hewl didin ciwanan bi xebatên xwe îhya bikin û weha axivî:

 “Mîmarekî me yê mezin ê mîna gorbihûşt Tugut Cansever heye. Ew dibêje, wexta hûn bajarî avedan dikin heke hûn îhyakirina ciwanan îhmal bikin, ew bajarê we avedan kirî dê ew ciwan hilweşînin. Ya li vê herêmê, li bajarê Diyarbekirê hatiye serê ciwanan di bingehê xwe de nebûna îhyakirina ciwanan heye.”  

Karaloglu aşkere kir ku ew gelek giringiyê dide ciwanan û weha axivî:

 “Em niha dîsa li kokên xwe vedigerin. Em hewl didin li Diyarbekirê ciwanên li ser şopa artêşa eshabiyên bin fermandariya Iyaz Bin Xanim, li ser şopa Hezretî Silêman bigihînin. Diyarbekirê, Tirkiyeyê, alema îslamê pêdivî bi vê yekê heye.”

“Diyarbekir bajarekî sereta yê îslam û şaristanîyê ye”

Karaloglu behsa xebatên Şaredariya Bajarê Mezin ji bo ciwanan dabîn kirî, kir û weha pê de çû:

 “Çênabe ciwan bêne paşguhxistin. Malên zanînê, akademî lîse, akademî zanko, pirtûk kafe, helkeftên sportîf, navendên ciwanan, kamp, salon. Hemû xebatên xwe yên ji bo ciwanan me di bin şîara ‘Ciwanên Hişyar’ de gihandin hev. Hemd ji Xwedê re niha li Diyarbekirê tevgereke xurt a ciwanan heye. Siberoja Diyarbekirê dê ji îro xweştir be. Ciwanên delal, bawer bikin em ê vê bi we re bi ser bixin. Diyarbekir, bajarekî sereta yê îslamê û şaristaniyê ye. Di nav ramana şaristaniya me de navendeke giring e. Înşelleh siberoj hûn ê mezin bibin û vê ala wê hildin û Diyarbekirê bi vê taybetiya xwe bidomînin.”

Walî Karaloglu paşê li maleke ser cadeya Abdulkadir Aksu ya li Peyasê bû mêvanê malekê û çay vexwar, sohbet gerand.  

Walî Karaloglu daxwazên welatiyan ên der barê hatûçûn, bazara semtê û ronîkirinê hildan û ji bo çareserkirina wan ferman ragihand.

Karaloglu diyar kir ku Diyarbekir din av seqayeke aram û ewlehiyê de ye û got, “Daxwaza min ji we, nehêlin ev atmosfera aramiyê bête têkdan. Potansiyela vî bajarî hêza mirovan e û ew ê bajêr bigihîne paşerojê. Em vê biparêzin.”

Ligel walî Munîr Karaloglu, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Ayhan Kardan, Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, Midûrê DEDAŞê Bulent Ugur Yaka jî amade bûn.