Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya çalakiyên bi şiara “Bihara Remezanê” de her carekê bernameyeke xweşik ji bo şêniyan li dar dixe.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, her roj li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç çalakiyeke cêwaz li dar dixe.
Li gel bernameyên li Navenda Kongreyan têne lidarxistin saet di navbera 20.00-22.00ê de bi ‘Otobûsa Gerîde ya Remezanê’ ve li kuçe û kolanan nimayîşên Karagoz Hacîvat, Nesreddîn Xoce, medah, palyaço, qesîdeyên zarokan û pêşkêşiya maskotan birêve çûn û welatî bi seyra wan kêfxweş bûn.
Otobûsa Gerîde ya Remezanê, di tevahiya meha rojîyê de her şev dê di navbera saet: 20.22-22.00ê de li çar navçeyan bigere û bernameyên xwe yên şoxûşeng pêşkêş bike.