Astengdar bi kursekê bo KPSSê dixebitin

 

 

Ebru Yaşin dixwaze bibe mamoste:

“Ez dixwazim bibim mamoste da ku mifayê min li welatiyên astengdar bibe”

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xeyalên astengdarên derçûyê dibistana navîn û pêş lîsansê bîne cih wan bi kursekê ji bo ezmûnên KPSSya Astengdaran amade dike.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi hişmendiya şaredartiya civakî projeyên xwe dimeşîne û piştgiriyê li welatiyên astengdar dike.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, bi mebesta îstihdamê ji astegdaran re peyda bike û şiyanên wan derxe pêş ji bo astengdaran kursa EKPSS a bêpere pêk tîne.

Di kursên ji bo astengdarên dîtinê, bihîstinê, bedenî û zîhnî cuda cuda hatien vekirin de di pênc beşên mîna Tirkî, Matematîk, Cografya, Dîrok û Makeqanûnê de ders têne dayîn.

Di bernameya perwerdeyê de, rewşa fîzîkî û zîhnî ya asengdaran li ber çavan tê girtin lewra ders kom bi kom tê dayîn.

Ezmûna EKPSSê 24ê Nîsanê ye berî wê ji bo di ezmûnê de bi ser bikevin perwerdekaran bername amade kir.

 “Me tirsa dilê xwe şikand”

Yusuf Korkmaz di beşa astengdarên zîhnî de berî 6 mehan dest bi kursê kiriye û got, wî feyde jê dîtiye.

Korkmaz diyar kir ku perwerdekar bi canfedayî bi wan re mijûl dibin, her weha bi saya kursê derdora wan çêdibe.

Korkmaz, weha axivî:

 “Ji bo kêmasiyên me neminin me li vir bar hilda ser milên xwe û em bi berpirsyarî nêzî karê xwe bûn. Me ligel komên dî yên astengdar jî têkilî xweş kirin, li vir em kêrî civakê hatin. Çimkî derve em wisa nebûn, lê piştî em hatin vê saziyê em aktiftir bûn. Me tirsa dilê xwe şikand.”  

Ebru Yaşin ji ber emeliyata roviyan bûye astengdar, got ji bo serederiya bi kêmasiyên di dersên branşê de hatim virê û ez pir xebitîm.  

Yaşin, weha derbirîna xwe kir:

 “Dîrok, coğrafya, matematik, hemû dersên din em li virê dibînin. Çend rojek bo ezmûnê man, mamosteyên me, ji bo me adapteyî ezmûnê bikin rahênanên lezgîn dikin. Ders pir tijî dibin. Em neçar dibin ku bi misêwa li dersên xwe bişuxilin.”

“Min pir feydeya wê dît”

Yaşin amaje pê kir ku di kursê de pêvajoya rehabîlîtasyonê jî qezenc dikin û weha axivî:

 “Berê em kesayetên şermoke bûn, dawiyê em merivên astengdar in, hayê me bi hin tiştan heye, lê mamosteyên me û xebatkarên virê gelek destek da me. Bi saya wan me têkilî bi civakê re xweş kir, em ketin nav komelgehê, ev gelek baş bû ji bo min. Min biryareke gelek rast daye ku ez hatime vê derê, ev gaveke giring e bo jiyana min, ez di wî warî de xwe siûdmend dibînim. Bila kesayetên wek me astengdar xwe averê nekin û bên van deran. Em li van deran sosyalîze dibin hem hevaltiyên nû, hem derdorên nû û em rûyên nû dibînin.”  

Yaşin diyar kir ku ji bo ew bibe mamoste bi şev û bi roj dixebite û hestên xwe weha anîn ziman:

 “Xeyala min e ku ez jî mîna hinek mamosteyên vê derê bibim mamoste da ku mifayê min li merivan bibe. Heke ez karibim ev dê ji bo min gelek baş be. Yanî ne ku ez tenê liv ir bikevim ezmûnê û bibim memûr. Ez piştî k udi ezmûnê de bi ser keftim mînanî xoceyên xwe, ez dixwazim alîkariyê bi astengdaran re bikim û jiyana wan biguherînim.”   

150 astengdar beşdar bûn

Heta niha ji kursên li Navenda Destekê ya Astengdaran li Sumerparkê û Navenda Jiyana Çalak a li Parka 15ê Tîrmehê 150 kesayetên astengdar mifa wergirt.