Li seranserê bajêr yarîgehên zarokan tên çêkirin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, li navenda bajêr û navçeyan li deverên cur bi cur dezgehên yarîgehên zarokan bi cih dike.

Şaredariya Bajarê Mezin, li parkan yarîgehên kevinbûyî tespit dike û şûna wan dezgehên nû yên yarîgehan bi cih dike, bi vê kêfa zarokan tîne.

Di xebatên ji aliyê Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan ve têt meşandin de 140 yarîgehên bi hilûşank, 125 heleqor, 100 hêlekan, 38 ekîpmanên hilkişîna werîsî, 25 ekîpmanê qaseya zîvrok, 12 hêlekanên werîsî, 10 parkurên bi ben, 3 lewlebên zîvrok û 150 amûrên fîtnessî hatin dabînkirin.

Ev yarîgehên zarokan, li navenda bajêr li Parka Newrozê, Sumer Parkê, Parka Ahmed Arîf, Anit Parkê, Baxçeyê Nexweşxaneya Dewletê ya Selahettin Eyûbî, Qada Rekreasyonê ya Geliyê Dîjleyê, Orman Parkê, baxçeyê Nexweşxaneya Lêkolînê û li navçeyan jî li Lice, Farqîn, Pîran, Hezro, Çinar, Erganî hatin cîbicîkirin.

Bi van yarîgehên ku Şaredariya Bajarê Mezin danîne zarok dê demeke xweş derbas bikin.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, li navenda bajêr û navvçeyan dê bi dabînkirina yarîgehan berdewam be.